Li Amedê Roja Zimanê Dayîkê

 

Amed (Rûdaw) - Li Amedê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, xwepêşandanek û daxuyaniyek çapemeniyê hat lidarxistin û daxwaz kirin perwerde di dibistanên Amedê û Bakurê Kurdistanê de bi zimanê kurdî be.

 

Xwepêşanderên li Amedê ku hejmara wan bi hezaran kes bû, ji pêşiya parka Qoşyoglu ber bi avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve ji aliyê Kurdî-Der û şaredariya bajarê mezin ya Amedê ve hat lidarixstin.

 

Di meşê de bi sedan zarok beşedar bûn û dixwazin hikûmeta Tirkiyeyê perwerdehiya bi zimanê kurdî qebûl bike û zimanê kurdî bibe zimanekî fermî.

 

Xwepêşanderan herwiha dersa bijarte ya zimanê kurdî protesto kirin û daxwaz kirin ku zimanê kurdî di dibistanan heta zanîngehê de bibe zimanê xwendin û eger zimanê bijarte hebe bila zimanê tirkî bibe zimanê bijarte.

 

Ji aliyê din ve bi pêşengiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û bi beşdarbûna Hak-Par, Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye (PDKT), Hareketa Azadî, Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), DDKD li ber avahiya AZC Plazayê daxuyaniyek çapemeniyê hat lidarxistin.

 

Serokê Şaxa Amedê yê PAKê Nurallah Timûr anî ziman ku divê zimanê kurdî li Bakurû Kurdistanî bibê zimanê fermî û wiha domand: “Bi siyaseta dewleta Tirkiyê yê bi dehan salane hatiye meşandin, gelek kurdên bakurî nikarin û nizanin bi zimanê dayika xwe biaxivin. Ev trajedî û travmayeke kûr e.”

 

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Amedê diyar kir ku taybtmendiya meşa îro ewe ku piraniya beşdaran zarokên dibistanane û pankart û drûşm jî hemû bi zimanê kurdî ne.