KURDISTAN.RU.. Berdevka kurdan li Rûsyayê
Moskow (Rûdaw)- Malpera Kurdistan Toçke Ru (http://kurdistan.ru) tekane malpera kurdî bi zimanê rûsî ye ku ev 15 sal e bê navber kar dike. Rêveberên malperê dibêjin malpera wan jibilî ku dengê kurdên Rûsyayê ye, di eynî demê de ji gel û Hikûmeta Rûsyayê re çavkaniyeke nûçeyan e.
Lê kirîza aborî ya Başûrê Kurdistanê bandor li ser vê malperê jî kiriye ku niha li pêşber egera girtinê ye.
Hejmareke zêde ya çavdêr, rojnamevan û siyasetvanên Rûsya û welatên Sovyêta berê, ajansên nûçeyan, parlamento û wezaretên wî Welatî, sûdê ji (Kurdistan Toçke Ru) wek çavkaniya nûçe û bidestxistina zanyariyan derbarê gelê kurd dibînin.
Ev malper berê ji hêla nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dihat piştgirîkirin. Piştre ofîsa pêwendiyên derve ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hevkariya wê kir.
Lê niha vê ofîsê malper agehdar kiriye ku êdî nikare alîkariya wê bike, lewma rêveberên malperê dibêjin dibe ku neçar bibin malpera xwe bigrin.
Rêveberê malperê Xoşewî Mela Îbrahîm ji Rûdawê re got: “Kêşeya herî mezin a rûsan, nebûna zanyariyan li ser Kurdistanê bû. Lewma em li damezrandina malpereke bi zimanê rûsî fikirîn. Herwiha pir caran me rojnamevan li ser hesabê xwe birine Kurdistanê da ku zanyariyan li ser gelê kurd bigihînin Rûsyayê.”
Warê ragihandin û rojnamegeriya kurdî li Sovyêta berê û Rûsyaya nû, berdewam di geşbûn û pêşveçûnê de bû. Di gelek deman de, rojnameyên kurdî bi zimanê rûsî hebûn, lê piştî çend salan dihatin girtin. Di dawiya salên 90î yên sedsala borî de, rojnameyeke kurdî bi zimanê rûsî bi navê (Kurdskaya Mîsl – Hizrê Kurd) ji dayik bû û heta 3 salan jiya.
Xoşewî dibêje: “Rojnameya me li tevahiya navendên hikûmî û sivîl dihat belavkirin û me rojname dihinarte derveyî Rûsyayê jî. Lê pir caran jî ji hêla komarên din wek Kazaxistan, Ozbekistan, Turkmenistan û Azerbêcanê rê li ber belavkirina eşkere ya rojnameya me dihat girtin. Lewma piştre me ev malper damezrand.”
Xoşewî Mela Îbrahîm diyar kir ku malpera wan hertim çavkaniya nûçeyan e bo medyaya Rûsyayê. Çimkî ew her roj malpera xwe nûjen dikin û nûçeyên teze li ser her çar aliyên Kurdistanê belav dikin, lê niha bêhtir guh didin Başûrê Kurdistanê ji ber şerê DAIŞê:
“Ew nûçeyên ku di medyaya Rûsyayê de li ser şerê Hêzên Pêşmerge û DAIŞê tên weşandin, çavkaniya wan Kurdistan Toçke Ru ye. Li gorî amaran, li bêhtirî 47 welatan xelk malpera me dixwînin. Malpera me bûye çavkaniyeke pir giring bo gelek navendên zanistî û lêkolînê.”
Derbarê navê malpera wan ku çima navê Kurdistanê hilbijartin, Xoşewî got: “Çimkî hemû balyozxane bi navê welatên xwe malperan vedikin. Lewma jî giring bû malpera me bi navê Kurdistanê be.”
Bi baweriya Xoşewî, ew malper bûye faktorek bo civandin û dana zanyariyan bo revenda kurd li Rûsyayê: “Kurdên li welatên Yekîtiya Sovyêtê ya berê nikarin bi zimanê kurdî bixwînin, piraniya wan bi zimanê rûsî xwendine. Lewma bo şopandina rewşa Kurdistanê serdana malpera me dikin.”
Tirk hack dikin
Malper nûçeyên her çar aliyên Kurdistanê belav dike. Ev yek jî pir caran kêşeyan ji malperê re peyda dike. Xoşewî dibêje: “Çend caran ji hêla karbidestên Tehranê gefname gihîştine me. Bêhtirî 4 caran malpera me ji hêla tirkan ve hate hackkirin.”
Xoşewî anî zimên ku wan hewl da malpera xwe bikin rênîşanderek bo karsazên rûs da li Kurdistanê hilberînê bikin:
“Malpera me bi berdewamî nûçeyên aborî li ser Kurdistanê belav dike. Herwiha me yasaya hilberînê jî wergerand zimanê rûsî û di malpera xwe de belav kir. Lewma ez dikarim bêjim ku malpera me bûye navendeke nasandinê di navbera Rûsya û Kurdistanê de.”
Kurdistan çînî naxwaze!
Xoşewî eşkere kir ku beriya çend mehan malpereke çînî têkilî bi wan re kir û pêşniyar li wan kir ku mîna `Kurdistan Toçke Ru` malperekê bi navê Kurdistan bi zimanê çînî vekin:
“Me pêşniyara çîniyan gihand rayedarên Kurdistanê. Lê belê wan got ku niha pêwistiya wan ne bi zimanê çînî û ne jî bi yê rûsî heye.”
Xoşewî Mela Îbrahîm berpirsên kurd rexne dike û dibêje: “Ew wiha bawer dikin ku hemû dinya bi zimanê kurdî dizanin, lê em bi xwe baş bi kurdî nizanin. Kurdên Rûsyayê ji kurdiya ku em pê diaxivin bi carekê fam nakin.”