Salih Gedo: Me û Iraqê li ser vekirina deriyê Til Koçerê li hev kir

 

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Salih Gedo, diyar kir ku hevdîtinên wan bi rayedarên Iraqê re erênî bûye û da zanîn, bi rayedarên Bexdayê re li ser vekirina deriyê sînorî yê Til Koçer li hev kirine.

 

Wezîrê Derve yê Kantona Cizîrê Salih Gedo, ji Rûdawê re ragihand, di warê bazirganiyê de Bexdayê hinek soz dane wan û dê di rojên bê de li ser vekirina deriyê sînorî yê Til Koçerê yê navbera Iraq û Rojavayê Kurdistanê de rêkeftinê îmze bikin.

 

Salih Gedo, bêyî ku behsa wan berpirsên iraqî yên soza vekirina deriyê Til Koçerê dane wan, bike wiha got: “Hevdîtinên me zêdetir bazirganî bûn nek siyasî, ji ber ku em bi ti berpirsekî siyasî yê Iraqê neciviyan.”

 

Wezîrê Derve yê Kantona Cizîrê Salih Gedo, çend roj berê bi hevrêtiya du cîgirên xwe serdana Herêma Kurdistanê kiribû û li bajarê Silêmaniyê bi berpirsên hinek partiyên Başûr re hevdîtin pêk anîbû.

 

Piştî ku şanda Kantona Cizîrê nekarîn bi rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re rûnê serdana Bexdayê kir.

 

Hat zanîn, şanda Kantona Cizîrê dê serdana Enqerê jî bikin û bi rayedarên tirk re rûnên.

 

Şêwirmendê ragihandinê yê Serokwezîrê Iraqê, Elî Mûsewî ji Rûdawê re ragihand ku ti pêwendiyên wan bi Kantona Cizîrê re nîne.

 

Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî jî ji Rûdawê re got, haya min ji serdana şanda han ya Bexdayê nîne.

 

Salih Gedo, ku hevdem Sekreterê Partiya Çepa Demokrat a Kurd li Sûriyê ye jî, roja 21ê Çileya îsal û di dema ragihandina Kantona Cizîrê de wek wezîrê derve yê kantonê hat destnîşankirin, lê piştî vê bûyerê ENKSê endamtiya Gedo û partiya wî her wiha Ekrem Heso betal kir.

 

Tê zanîn, deriyê sînorî yê Til Koçerê par ji aliyê hêzên PYDê û (li gorî rayedarên rêjîma Sûriyê) bi alîkariya hêzên rêjîma Sûriyê ji bin kontrola çekdarên DAIŞê hat derxistin.