ÇEWLIG – Di nav berf û sermayê de masiyan digirin

21-01-2024
RÛDAW
Nîşan Çewlig Masîgirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê, masîgir di nav berf û sermayê de masiyan digirin.

Li gundê Çataxê yê Kanîreşê di nav berf û sermaya zêde de welatî torên xwe davêjin Çemê Periyê û masiyan digirin.

Masîgir, masiyên ku digirin li navenda Kanîreşê difiroşin û dibêjin daxwazeke zêde li ser masiyên Çemê Periyê heye.

Masîgir Bedrî Cavuldak anî ziman:

“Masiyên Çataxê, zivistanan li ser sifreyan kêm nabin. Masiyên Çataxê navdar in. Ji aliyên Erziromê, wekî din ji aliyê Çewlig û Gimgimê tên li Kanîreşê masiyan dikirin.

Masî taze ne û her malbatek 4-5 kîloyan dikire. Heta meha Nîsanê ji ser sifreyan kêm nabin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst