Hevserokê DEM Partiyê yê Şêrwanê canê xwe ji dest da

21-01-2024
RÛDAW
Nîşan Kadrî Bîlgîz DEM Partî Şêrwan Sêrt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Şêrwana Sêrtê Kadrî Bîlgîz canê xwe ji dest da.

Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Şêrwana Sêrtê Kadrî Bîlgîz krîza dil lê da û canê xwe ji dest da.

Bîlgîz, zêdetirî 20 salan e di partiyên Kurdî yên wekî DEM Partiyê de dixebite.

Bîlgîz di hilbijartinên 14ê Gulanê de, avahiya navçeyê ya ku xirabe bû ji nû ve çêkir û bi vê yekê bûbû rojev.

Cenazeyê Bîlgîz dê îro li goristana bajêr were veşartin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji bo şîna hevserokê DEM Partiyê yê Şêrwanê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Bakirhan di daxuyaniya xwe de got:

“Me hevserokê partiya xwe ya navçeya Şêrwanê Kadrî Bîlgîz ji dest da.

Serok Kadrî, di nava bêderfetiyan de hêza xwe ya berxwedane ji dest neda û ji me hemûyan re bû mînak.

Serê gelê me sax be, bila cihê wî bihişt be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst