Rêveberiya Xweser: Divê Tirkiye li dadgeha navdewletî bê cezakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên Tirkiyeyê yên li ser saziyên xizmetguzariyê yên Rojavayê Kurdistanê, piraniya çavkaniyên enerjî û petrolê wêran kirine.

Niha li Rojavayê Kurdistanê krîza benzîn, mazot û gazê derketiye.

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Kobaniyê Mihemed Şahîn diyar kir ku Tirkiyeyê vê carê itîraf kir ku wê jêrxana herêmê bombebaran kir.

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Kobaniyê Mihemed Şahîn got:

"Tişta vê carê balê dikişîne, hikûmeta Tirkiyeyê bi zelalî ragihand ku dê jêrxan û saziyên xizmetguzariyê yên Rêveberiya Xweser bike armanc.

Nêzîkî 5 milyon kesan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê sûdê ji wan dibîninin. Ji ber wê yekê eşkere ye binpêkirina mafên mirov û yasayên navdewletî ye û şahid û belge jê re pêwîst nakin.”

Berpirsên Rêveberiya Xweser ji ber têkçûna bîr û santralên enerjiyê hawara xwe digihînin civaka navdewletî da ku piştîvaniya wan bikin.

Herwiha dixwazin Tirkiye li dadgehên navdewletî bê cezakirin.

"Divê Tirkiye were cezakirin"

Mihemed Şahîn got di heman demê de got:

"Divê civaka navdewletî tawanên hikûmeta AK Partiyê bike dosyeyeke navdewletî û li ser van tawanên dijî jêrxan û mirovatiyê li Dadgeha Navdewletî ya Dadê û yên navdewletî bê cezakirin.

Herwiha em ji her du welatên garantor ên agirbesta bakurê Sûriye (Rûsya û Amerîka) dixwazin ku bi rola xwe rabin."

Pisporê Rûsî Demtry Kim jî têkildarî vê yekê got ku êrişên Tirkiyeyê rewşê gelekî xirab dikin û ew dixwaze xelk koçber bibe.

Demtry Kim herwiha got ku divê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê vê yekê bike pirseke navdewletî.