Li Tirbe Spiyê welatiyan rê li ber hêzên Amerîkayê girt

Hewlêr (Rûdaw) – Hinek welatiyên bajarê Tirbe Spiyê yê Rojavayê Kurdistanê, rê li ber dewriya leşkerî ya hêzên Amerîkayê girt.

Ew rêgirtina welatiyan wek nerazîbûnekê bû li hemberî bêdengiya Amerîkayê ya li ser êrişên Tirkiyeyê.

Li gorî dîmenên ku gihiştine Rûdawê, şeva derbasbûyî hinek xelkê bajarê Tirbe Spiyê wesayîtên leşkerî yên Amerîkî didin ber keviran û rê li ber wan digirin.

Xelkê herêmê dibêje Amerîka li hemberî êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê bêdeng e lewma wan ew nerazîbûn nîşan daye.

Ji ber êrişên Tirkiyeyê elektirîk, av û gaz li ser xelkê qut bûye.

Li Rojavayê Kurdistanê 900 leşkerên Amerîkayê hene ku li gel Hêzên Sûriya Demkorat (HSD) şerê DAIŞê dikin.