Li Meletiyê erdhej çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îzoluyê ya parêzgeha Meletiya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4 pileyan erdhejek çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Îzoluyê ya Meletiyê erdhej çêbû.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 15:41ê çêbûye û hêza wê 4 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 9,7 kîlometre bûye.
Parêzgarê Meletiyê Ersin Yazici jî ragihand ku di wê erdhejê de ti zererên canî û madî çênebûne.