Çend kolber: Nobedarên sînor ên Herema Kurdistanê şkence li me kir

Hewlêr (Rûdaw) - Çend kolberên ji Rojhilatê Kurdistanê di dîmenên ku ji Rûdawê re şandine de dibêjin ku ji aliyê nobedarên sînor ve şkence li wan hatiye kirin û porê wan hatiye kurkirin.

Di vîdeoya ku îro ji Rûdawê re hat şandin de yek ji wan kolberan dibêje:

“Ez kolber im, Kurd im û ji Ciwanroyê hatime. Şeva borî nobedarên sînor heqaret me kirin, xeberên ne xweş ji me re gotin, wan li me xist û em wekî kûçikan bi erdê re kaş kirin. Wan heta îro sibehê nan neda me.”

"Dest û lingên me şikandin"

Ew hemû ciwanên ku xuya dibin, porê wan hatiye kurkirin.

Yek ji wan dibêje, “Wan li me xist, dest û lingên me şikandin. Hûn çima porê me kur dikin, axir.”

Kolberekî din jî tîne ziman ku 3 zarokên wî hene ku yek ji wan astengdar e, mala wî kirê ye û neçar e ku vî karî bike.

Welatiyekî ku dîmenên wan kolberan girtine û bi Hewramî diaxive, got:

“Îşev li ser sînor ev kolber hatine girtin. Axir, ji min re bêje ka we DAIŞ girtiye yan çi, we porê wan wiha kur kiriye.

Binêrin weçi aniye serê wan. Nobedarên sînor wiha li wan kiriye.”

Efserekî pilebilind ê Hêzên Nobedarên Sînor ji Rûdawê re ragihand:

“Ew kes ji aliyê nobedarên sînor ve hatin desteserkirin lê komîteyeke bilind a ji 3 endaman ji bo lêkolîna mijara kurkirina por û şkencekirinê hatiye avakirin. Ew dê lêkolînê bikin û di rojên pêş de encaman eşkere bikin.”

Hêza Nobedarên Sînor ku ji Xaneqînê heta Zaxoyê li sînorên Başûrê Kurdistanê hatiye bicihkirin, di warê darayî û îdarî de di bin desthilata Hikûmeta Îraqê de ye.