Li Amedê 2 qezayên trafîkê: Miriyek û 12 birîndar

21-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Licê Qeza
A+ A-

Hewlêr ( Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di 2 qezayên trafîkê de kesek mir û 12 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Lîceyê ya Amedê otobusa ku futbolîstên tîma Dîcle Belediyesporê tê de bûn wergeriya.

Li gorî agahiyan, di otobusê de 20 rêwî hebûn û di encama qezayê de 9 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyê. Li gorî agahiyan rewşa yekî ji birîndaran giran e.

Di heman rojê de bûyera duyemîn a trafîkê: 1 mirî 4 birîndar

Li navçeya Peyasê ya Amedê, kesê bi navê Selahattîn Kaplan ê ku hewl dida derbasî aliyê din ê rê bibe otomobîlekê lê da.

Otomobîl paşê jî li dîrekê da û rawestiya.

Di encama bûyerê de Kaplan û 3 kesên ku di otomobîlê de bûn bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Selahattîn Kaplan tevî hemû midaxeleyan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Rewşa 3 birîndarên ku di otomobîlê de bûn jî giran e.

Polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst