WAN - Zarokê 12 salî yê ku winda bû mirî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê cenazeyê zarokekî 12 salî hat dîtin ku winda bûbû.

Têkildarî mirina bi guman a zarokê bi navê Veysel Taşar kesek hat desteserkirin.

Veysel Taşar piştî ku ji mala xwe ya li taxa Xaçortayê navçeya Rêya Armûşê ya Wanê derket agahî jê nehatiye wergirtin.

Li ser lêpirsîna polîsan, cenazeyê Taşar nêzîkî taxa Xaçortê hat dîtin.

Tîmên tenduristiyê Taşar bir Saziya Tiba Edlî ya Dûrsûn Odabaşiyê.  

Piştî karûbarên otopsiyê Veysel Taşarê 12 salî, li goristana taxê hat veşartin.