Gola Wanê bûye warê flamîngoyan

21-01-2024
RÛDAW
Nîşan Gola Wanê Flamîngo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gola Wanê di mehên zivistanê de mazûvaniya bi sedan corên çivîk û teyrikan dike.

Ji deverên sartir teyrik dadikevin ber peravên Gola Wanê û biharê dîsa vedigerin. Yek ji wan corên tên vir flamîngo ne.

Îsal hejmara flamîngoyên hatine Gola Wanê gelekî zêde ye, heta niha derdora 300 flamîngoyî hatine dîtin. Pispor germbûna hewayê wek sedema vê yekê dibînin.

Mamostayê Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê Prof. Dr. Ozdemîr Adizel got:

“Li gorî lêkolînên zanîngehê û Rêveberiya Parastina Xwezayê, heta niha 240 corên çivîk û teyrikan li derdora Gola Wanê dijîn û hatine tomarkirin hene.

Her dema lêkolînên me berfirehtir bibin, em dê bibînin hejmar ji wê zêdetir e.”

Li gorî lêkolînên Rêveberiya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî, îsal li derdora Gola Wanê hejmara flamîngoyan li gorî sala par gelekî zêde bûye.

Pispor pêşbînî dikin ku zêdebûna îsal ji ber guherîna avhewayê û germbûna zeviyê ye.

“Nîsanê dîsa koçî bakur dikin”

Mamostayê Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê Prof. Dr. Ozdemîr Adizel anî ziman:

“Hinek ji van teyrikan li derdora golê hene, em wan wekî corên zivistanê bi nav dikin. Ew li bakur li Sîbîryayê qurq dibin, piştî ku serma û qeşa dest pê dike tên derdora gola Wanê.

Ji ber ku ev der hinekî germtir e. Em ji wan re dibêjin corên zivistanê. Bi germbûna hewayê re meha Nîsanê dîsa koçî bakur dikin.”

Gola Wanê ya ku gola herî mezin a Kurdistanê ye bi bedewiya xwe û hewaya xwe ya xweş û xwezayî di her çar demsalan de dibe rawestgeha gelek corên çivîk û teyrikan û herwiha navendeke girîng a geştyariyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst