Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku wan li herêma Besta ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê dest bi operasyoneke leşkerî ya bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-23” kirine.
Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, îro Şemiyê 21ê Çileya 2023an artêşa wî welatî li herêma Besta ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke leşkerî ya bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-23” kiriye.
Li gor daxuyaniyê, di operasyonê de 871 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevan beşdar in ku ji 67 tîmên cuda pêk tên.
Sala borî jî li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê operasyonên bi navê “Eren-Dorpêç –Zivistan” hatibûn destpêkirin ku heta niha berdewam in.
26 Kanûna 2022an jî Artêşa Tirkiyê operasyonek bi navê “Eren Dorpêç Payîz Zivistan-19” li Herêma Besta dabû destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse