Mazlûm Ebdî: Rizgarkirina Efrînê ji bo me armanca sereke ye

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ragihand ku doza Efrînê, vegera Kurdên resen, rizgarkirina herêmê ji dagirkeriyê ji bo wan armancên sereke ne.

5 sal di ser destpêkirina êrîşa dagirkirina Efrînê re derbas bûn. Roja 20 kanûna 2018ê êrîşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê destpê kir, piştî 58 rojan ji şer û pevçûnan Efrîn di 18ê Adara 2018an de hat dagîrkirin.

Piştî derbasbûna 5 salan li ser destpêkirina wê êrîşê, îro Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û  dibêje doza Efrînê doza wan ya sereke ye, armanca wan ew e ku Kurdên resen ên Efrînê vegerin, herêm ji dagirkeriya Tirkiyê were rizgarkirin.

Mazlûm Ebdî di twîtta xwe de wiha dibêje: “Di 5mîn salvegera êrîşa li ser Efrînê de li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwepêşandanên girseyî ev doz hate berzkirin.

Doza Efrînê, vegera Kurdên resen, rizgarkirina herêmê ji dagirkeriyê û têkbirina hewldanên berfirehkirina dagirkeriya Tirk ji bo me armancên sereke ne. Berxwedana serdemê heya serkeftinê wê bidome.”

Çi bibû?

Di 18ê Adara 2018ê de Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve hate dagirkirin.

Di van 5 salan de li Efrînê pêşhateyên zêde mezin ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve wek talankirin, kuştin û guhertina demografî çêbûne.

Tevî protestokirina tawana dagirkariyê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên peywendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî ve lê Efrîn di bin dagirkariyê de dinalîne.

Li gor raporeke Encûmena Parêzgeha Helebê ya Azad ku ser bi opozisyonê ye berî dagîrkirina Efrînê 800.000 Nîşteciyên resen lê hebûn lê Piştî dagîrkirinê niha tenê 132.000 Nîşteciyên resen lê mane.

-Li gor zanyariyên bi dest Rûdawê ketine, niha700.000 Hawirdeyên Ereb-Turkuman li herêma Efrînê hatine bicîhkirin.

-Piraniya xelkê Efrînê ji ber binpêkirinan koçber bûne.100.000 Koçberên Efrînê niha li navçeya Şehbayê dimînin.

Ji van 100 hezar koçberên Efrînê 10.000 ji wan li nav 5 kampan dijîn û 90.000 ji wan jî li gund û bajarokên navçeya Şwehbayê dimînin.

Kurdên Êzdî yên li Efrînê, berî 2018an hejmara wna 35.000 bûn, niha bi tenê1000 Kurdên Êzdî li Efrînê mane.

Erebên hawirde ne tenê li malên kurdan hatine bicihkirin,lê grupên çekdar li ser zeviyên coktkaran komelgehên neçtecîbûnê avakirin, niha pişt 5 salan 20 Komelgehên nîştecîkirinê li Efrînê hatine avakirin û Erebên hawirde li wan hatine bicîhkirin.

Li gor zanyariyên bi dest Rûdawê ketine, niha pilana avakirina 38 Komelgehên nîştecîkirinê hene, daku Tirkiye Ereb û Turkumanan li Efrînê bicîh bike, wata demografyaya Efrînê biguhere.