HSD: Di bombebarana Tirkiyê de şervanekî me canê xwe ji dest da

21-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku di encama êrişa dronekê  Tirkiyê de  li Rimêlanê şervanekî wan canê xwe ji dest da.

HSDê di daxuyaniyekê de ragihand ku Tirkiyê di bombebarankirina xaleke peywendiyên serbazî ya wan û Hêzên Hevpeymanan li bajarê Rimêlan de şervanekî  Hesekê canê xwe ji dest da.

Berî 2 rojan Tirkiyê bi dronê li bajarê Rimêlan êrîşî cihekî kiribû.

HSDê îro ragihand, ew cih xaleke peywendiyan bû ku ji bo rêkxistina hevdîtinên wan û Hêzên Hevpeymanan dihat bikaranîn.

Herwiha HSD dibêje di wê êrîşê de şervanê wan yê bi navê Mihemed Hacî Mihemed ku bi navê Rojhat Hesekê dihat naskirin canê xwe ji dest daye.

Duh êvarê jî birîndarekî êrîşa drona Tirkiyê ya roja 18ê vê mehê li ser rêya Qamişlo-Dêrik canê xwe ji dest da ku otombîlek bombebaran kiribû. Ew birîndar Ehmed Ebdilxenî yê 12 salî ye, ku di nexweşxaneyeke Qamişlo de dihat dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst