Di civînê de serok û rêveberên HAKPAR, PAK, PDK, TDK-TEVGER, PDK-BAKUR û Hereketa Azadiyê cih digrin.
Amed (Rûdaw) - Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) ku mafê beşdarbûna hilbijartinan bi dest xistiye, ji bo hevpeymaniyeke Kurdî ya ji bo hilbijartinan ava bibe bi 5 partî û tevgerên Bakurê Kurdistanê re li Amedê civiya. Hevdîtina ku bi qasî 3 saet û nîvan dewam kir, bêyî ku encam were ragihandin bi dawî bû. Serokê Giştî yê HAKPARê Duzgun Kaplan got ku partiyan dem xwestine.
Civîna HAKPARê ya ligel partiyên Bakurê Kurdistanê, li Amedê demjimêr di 17:00an de dest pê kir.
Di civînê de Serokê Giştî yê HAKPARê Duzgun Kaplan, Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd (PDK) Reşit Akincî, Berdevkê Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) Cano Amedî, Serokê PDK-BAKUR Sertaç Bucak û Sekreterê Giştî Hereketa Azadiyê Metin Pîranî cih girtin.
Civîna nûnerên partî û tevgerê yên ku bi rojeva avakirina tifaqa hilbijartinê hatin cem hev saet di 20:20 de bêyî ku ti daxuyanî bidin çapemeniyê bi dawî bû.
Serokê Giştî yê HAKPARê Duzgun Kaplan piştî civînê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku wan partiyên Kurdî ji bo ku "alternatîfeke Kurdistanî" çêbikin vexwendiye civînê.
Duzgun Kaplan da zanîn ku armanca wan ew e ku ji civînê tifaqa hilbijartinê ava bikin û wiha got: “Lê belê hevalên ku beşdarî civînê bûne xwedî nêrîn û pêşniyarên cuda bûn. Û ji bo nirxandina pêşniyarên me dem ji me xwestin. Ji ber vê yekê piştî hevdîtinê ti daxuyanî nehat dayîn. Hevdîtinên me yên tifaqê dê di paşerojê de jî berdewam bikin."
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ligel ku ji bo civînê hatibû vexwendin jî beşdar nebû.
Bal kêş bû ku Serokê PDK-Bakurê Sertaç Bucak ku di nava hevpeymaniya HDPê de cih digirt di vê civînê de amade bû.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û 8 partî û rêxistinên Kurdî di nava Hevpeymaniya Kurdistanî de cih digrin. Eger di vê civînê de biryara eniyeke nû bê dayîn, Kurd dê bi 2 eniyên cûda tevlî hilbijartinê bibin.
Serok û rêvebirên Partiyên Bakurê Kurdistanê HAKPAR, PAK, PDK, TDK-TEVGER, PDK-BAKUR û Hereketa Azadiyê li ser hevpeymaniya hilbijartinê li Amedê civiyan.https://t.co/2ZJ7rrNeyC pic.twitter.com/0J7sySZnhe
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 21, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse