Platforma Ciwanên Kurd: Pêngaveke biçûk dikare bibe deskeftinek mezintir

21-01-2023
RÛDAW
Nîşan Dersa Kurdî Zimanê Kurdî Platforma Ciwanên Kurd Dersa Kurdî Hilbijêre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Ciwanên Kurd bang li  malbatên Kurd kir ku li dibistanan zimanê xwe yê zikmakî ji bo zarokên xwe hilbijêrin û dibêje: “Ev pêngava biçûk bi tekoşînek netewî dikare bibe deskeftinek mezintir.

Wek tê zanîn di polên 5, 6, 7 û 8an da mafê dersa bijarte ya Kurdî heye. Pêwiste malbatên serî li rêveberiyên dibistanan  bidin da ku zarokên wan li dibistanan dersên zimanê Kurdî bibînin.

Kampanyaya hilbijartina dersa zimanê Kurdî ji aliyekê li bajar û bajarokên cuda yên Bakurê Kurdistanê berdewam e û ji aliyekê ve jî hunermend, zimanzan û kesayetên naskirî û rêxistinên Kurdî jî piştevaniya xwe nîşan didin.

Platforma Ciwanên Kurd jî bi peyamekê beşdarî kampanyaya hilbijartina dersa zimanê Kurdî bû û bang li malbatên Kurd kir: “Bila malbatên Kurd dersa Kurdî lilbijêrin.”

Di peyama xwe de Platforma Ciwanên Kurd dibêje: “Em dizanin ku zext û asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî bi serîlêdana bi dersa bijarte bi dawî nabe. Ya rast ew e ku zarokên Kurd li dibistanan bi zimanê xwe yî zikmakî perwerde bibînin. Lêbelê, di statûko de şikestinek herî biçûk jî divê em girîng bibînin. Ev pêngava biçûk bi tekoşînek netewî dikare bibe deskeftinek mezintir.

Heta ku me ji dewleta Tirk mafê xwe yê  perwerdeya bi zimanê zikmakî û zimanê Kurdî bi fermî bidin qebul kirinê divê em serî li dersa bijarte ya Kurdî bidin. Bi vê awayî him zarokên Kurd ji zimanê xwe dûr nakevin him jî mamosteyên ku dersên Kurdî didin di tayînkirina wan de em dibin alîkar.”

Weke Platforma Ciwanên Kurd herwiha dawî dibêje: “Banga me li malbatên Kurd ev e; bo zarokên xwe daxwaziya dersa bijarte ya Kurdî bikin. Em bang li her kesî dikin ku di vê mijarê da hestiyartir bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst