Li Amedê 24 kes bi tohemeta bazirganiya maddeyên hişbir hatin girtin

21-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 24 kes bi tohmeta bazirganî û firotina maddeyên hişbir hatin girtin.

Li gor zanyariyan îro Şemiyê 21ê Çileya 2023an hêzên ewlekariya Amedê, di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî de li navenda bajarê Amedê û çend navçeyên wê ji bo destserkirina hejmarek  gumanbarên ku li kolanan maddeyên hişbir difiroşin, dest bi operasyonekê hemwext kirine.

Di operasyonê de li 18 navnîşanên cuda yên Amedê 29 kes bi gumana bazirganî û firotina maddeyên hişbir hatin desteserkirin. Di operasyonê de herwiha hêzên ewlekariyê dest danîn ser 2 demançeyên bê mohlet, çifteyek û beşek maddeyên hişbir jî. 

29 kesên destserkirî piştî karûbarên yasayî bo dadgehê hatin şandin. Piştî dadgehkirinê 24 kes ji wan bi tohmeta bazirganiya maddeyên hişbir hatin girtin. 5 gumanbarên din jî 3 ji wan bi mercê kontrola dadî hemû hatin azadkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst