Li Hesekê çi diqewime?

21-01-2022
Berzan Ferman
Heseke
Heseke
Nîşan Heseke Rojavayê Kurdistanê Xiwêran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî aloziya duh a li derdora zindana çekdarên DAIŞê ya li taxa Xiwêran, rewşa bajarê Hesekê ne aram e.

Çekdarên DAIŞ ên di zindana pîşesazî ya taxa Xiwêran de duh alozî derxistin, li ber zindanê jî teqînek hat pêkanîn û di encama wê aloziyê de hejmarek çekdaran reviyan.

Metirsiya li ser xelkê

Welatiyên Hesekê dilgiran in û naxwazin ku ev zindan û çekdarên têde li qiraxa bajêr bimînin.

Welatiyê bi navê Mehmûd dibêje, “Divê zindana van DAIŞiyan bibin aliyekî dûr da ku metirsî li ser xelkê çênebe. Em daxwaz dikin (berpirs) li ser vê mijarê rawestin.

Welatiyê bi navê Ehmed El Beşîr jî dibêje, “Zarokên me gelek tirsiyan, em hemû ji tirsa raneketin. Em naxwazin tiştek din wiha çêbibe.”

Aloziya li zindanê

Pêncşemê 21/01/2022  demjimêr 19:50 şaneyeke çekdarên DAIŞ êrîş anî ser zindanê û hewla têkşikandina dergeha sereke ya zindanê da.

Li gel vê yekê di navbera şaneyê û şervanên HSDê de şerekî dijwar rû da. Li gorî amarên navenda ragihandina HSDê di encama şer û pevçûnan de 17 çekdar hatin kuştin û 13 çekdar jî hatine desteserkirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Rêveberiya Xweser jî qedexeya giştî li parêzgeha Hesekê ragihand û eşkere kir ku hêzên wan taxa Xiwêran dorpêç kirine û ji destpêka aloziyan ve, endamekî wan û 3 kesên sivîl şehîd bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst