Dagirkirina Efrînê hat protestokirin
Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiye û grûpên çekdar 4 sal berî niha herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dagir kirin. Koçberên Efrînê yên li navçeya Şehbaya bakurê Helebê dimînin ku jiber êrîşa Çileya 2018an ve derbider bibûn, dagirkirina bajarê ji aliyê Tirkiyê ve bi rêya xwepêşandaneke cemawerî protesto kirin û eşkere kirin ku Efrîn bi glopa kesk a navdewletî ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin.
Bêdengiya navdewletî
Israfîl Mistefa, Koçberê Efrînê, dibêje, “Ez Israfîl Mistefa me, rizgarbûyekî derbiderên Efrînê me ji dest komkujiyên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ve. Ji 4 salan ve Efrîn ji ber bêdengî û lihevkirineke navdewletî ya gumanlêkirî hat dagirkirin, di encam de bi hezaran xelkê Efrînê ji warê xwe hatin derxistin, hevdem jêrxan û şûnwar hatin wêrankirin û destdirêjî û kuştin lê çêbû, ku bo mirovatiyê rûreşî ye.”
Bi nerîna xelkê Efrînê, ev bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û Civaka Navdewetî derbarê dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve, wida dike ku peymannameyên mafên mirov ên navdewletî bibin cihê gumanê.
Daxwaza ji Netewên Yekbûyî
Israfîl Mistefa, koçberê Efrînê, dibêje, “Li jêr sîbera bêdengiya navdewletî, rêxistin û peymannameyên navdewletî bûne cihê gumanê, êdî pirs tê kirin çima ev bêdengî heye. Lewra em hawara xwe digihînin Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî ku destwerdanê bikin û koçberên Efrînê vegerînin warê wan.”
Li gor Encûmena Xwecihî ya Efrînê, heta niha 1,550,000 dar li Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve hatine birîn û şewitandin. Hevdem 28 pêgehnên şûnwarî hatin talankirin û jinavbirin û zêdeyî 15 mezargehên olî yên Kurdên Êzdî hatin wêrankirin.
Binpêkirin û tawanên çekdaran
Koçberekî Efrînê li Şehbayê, dibêje, “Niha xelkê me li Efrînê rûbirûyê kuştin û revandinê dibin, û jin rûbirûyê destdirêjiyê dibin. Çete dijî mirovatiyê bi tawanan radibin, û tawanan dijî xwezayê jî dikin, gelek darên pîroz birrîne, û gelek daristan şewitandin û gelek şûnwarên dîrokî jî dizîne.”
Li gorî raporteke "Peymangeha Zanîngeha Ewropî", di sala 2012an de, hejmara nişteciyên Efrînê 523,258 kes bûn, ligel hebûna 150,000 koçberên navçeyên din ên Sûriyê.
Niha li gor Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê ji encama êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar 300,000 Kurd ji Efrînê koçber û derbider bûne, û li şûna wan zêdeyî 458 hezar Erebên hawirde hatine bicihkirin.