Konsulxaneya Amerîkayê wêneyên lîderên Kurd ên li gel Biden belav kir

21-01-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê hejmarek wêneyên serkirdeyên Kurd ên li gel Serokê Amerîkayê Joe Biden belav kir.

Joe Biden roja bihorî di merasimekê de sonda qanûnî xwar û bi fermî weke 46mîn Serokê Amerîkayê dest bi kar kir.

Piştî sondxwarina Biden, Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê li ser hesabê xwe yê li Facebookê peyamek belav kir ku tê de tê gotin: “Sondxwarina serokatiyê, destpêka xûleke nû ya çar salî ye ji bo Serokê Amerîkayê. Îro serok Joe Biden bi fermî weke 46mîn Serokê Wilayetên Yekgirtiyên Amerîkayê sonda qanûnî xwar. Ev merasima sondxwarinê amaje ye ji bo veguhastina aştiyane ya desthilatê piştî hilbijartinê ku pîvaneke giring e di tevahiya sîstemên demokrasiyê de.”

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê herwiha wêneyên serkirdeyên Kurd, Serok Barzanî, Serokomarê Iraqê yê pêştir Celal Talebanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Joe Biden belav kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst