Li Duhokê di 4 raojan de 6 hezar mirîşk mirar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li Duhokê di koxeke xwedîkirina mirîşkan de di 4 rojên dawî de 6 hezar mirîşk mirar bûn, kesên ku mirîşkan xwedî dikin dibêjin, sedema mirarbûna mirîşkan ne diyar e.
Li gundê Baxurniya bajarokê Zawîte ya girêdayî Duhokê, di koxa xwedîkirina mirîşkan de ji 18 hezar mirîşkan 6 hezar mirîşk di nava çend rojan de mirar bûne û xwedîkarên mirîşkan dibêjin, zirareke mezin gihîştiye wan.
Çend roj berê li bajarê Samerayê ya Îraqê 110 hezar mirîşk ji ber şewba balindeyan (H5N1) hatin telefkirin. Ji ber egera mirarbûna mirîşkan li Duhokê, xwediyên koxikên xwedîkirina mirîşkan dilgiran in.
Di derbarê vê rewşê de hevparê xwedîkirina mirîşkan Vedar Mihemed ji Rûdawê re got “ ji şevî din ve heta vê gavê nêzikî hezar û 500 mirîşk mirin. Eger wisa berdewam bike, dê bibe karesateke mezin ji bo me. Di çar rojan de 6 hezar mirin. Zirara wê gelek e, heta niha nêzikî 30 milyon Dînar (20.000 Dolar) zirara me çêbûye. Eger wisa berdewam bike em dê 60-70 milyon Dînar (48.000 Dolar) zirar bikin.”
Ji sala 2020an ve heta niha derdora 150 heta 200 hezar mirîşk di nava projeyên xwedîkirina mirîşkan de li Duhokê mirar bûne.
Hevparê xwedîkirina mirîşkan, Mêvan Mihemmed jî ragihand ku dema koxikê ava kirin 18 hezar mirîşk stendina niha jî ji sedî 40ê wan wenda kirine.
Mihemmed wiha berdewam kir “em bi veterîneran re şêwirîn. Ji me re dibêjin sedem IB (nexweşiya nefesê) ye. Ji ber IByê ye an jî ji ber şewba balindeyan e, em nizanin.”
Rêveberiya Veterîneriya Duhokê red dike, ku sedema mirina mirîşkan şewba balindeyan be.
Dekanê Koleja Veterînerî ya Zanîngeha Duhokê Dr. Luqman Teyîb Berwarî ji Rûdawê re go “heta niha li Duhokê şewba balindeyan nehatiye tespît kirin. Wezîra Kiştûkalê jî ragihand li Kurdistanê ev nexewşîn nîne. Ev vîrûs dabeşî 144 grûpan tên kirin û ew jî hemû ne bi zirar in.
Wezîra Kiştûkalê û Çavkaniyên Avê, Begerd Talabanî pêr di hevpeyvîna bi Senger Ebdulrehman re ya di Rûdawê de gotibû, ku di koxikên Herêma Kurdistanê de rastî Şewba balindeyan nehatine.
Li gor amara Komelgeha Gare ya xwedîkirina mirîşkan, li Duhokê 391 projeyên xwedîkirina mirîşkan hene ku di salekê de 30 heta 35 milyon mirîşkan dişînin bazarê.