Fevzî Bulgan: Divê pirsgirêka Kurdî bikeve rojeva navnetewî
Hewlêr (Rûdaw) – Koordînatorê HezKurdê Fevzî Bulgan armancên sereke yên HezKurdê aşkere kirin û tekez kir, “Divê pirsgirêka zimanê Kurdî bikeve rojeva navnetewî.”
Koordînatorê Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) Fevzî Bulgan beşdarî bultena 15.00 ya Rûdaw TVyê bû ku taybet bi Bakurê Kurdistanê Kurdistanê û behsa xebat û armancên HezKurdê kir.
Fevzî Bulgan armancên HezKurddi bin sê xalan de rêz kirin ku ew jî, “Fermîbûna zimanê Kurdî, perwerdehiya bi zimanê Kurdî û vegerandina navê gund û bajaran Kurdan.”
Koordînatorê HezKurdê Fevzî Bulgan behsa kampanyaya komkirina îmzeyan jî kir ji bo Kurdî û li ser armanca wê jî got “muxatabê me di serî de raya giştî ya navnetewî ye ku li ser vê jî bi dewletê re bibin muxatab.”
Li ser pirsa Kurd û Kurdî jî Bulgan amaje bi wê kir, “Pêwîst e Pirsa Kurd tenê di nav sînorên Tirkiyê de nemîne û eger em nekin pirseke navdewletî em nikarin serbikevin.”
Kampanyayên din jî ji aliyê rêxistinên cuda ve ji bo zimanê Kurdî hatine destpêkirin û li ser vê yekê jî Bulgan got “Kî ji bo ziman kar bike, em piştevaniyê lê dikin.”
Li ser girîngiya zimanê Kurdî jî Bulgan dibêje, “Ziman hebûna miletekî ye. Em nikarin mafê xwe radestî çend siyasetmedaran bikin.”