Hişyar Ozalp: Di serdema Biden de Rojava dê bibe xwedî statuyekê
Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-Bakur Hişyar Ozalp destbikarbûna Biden wek Serokê Amerîkayê bo Kurdan baş dibîne û di wê baweriyê de ye ku“Rojavayê Kurdistanê di serdema Biden de dê bibe xwedî statuyeke fermî.”
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurd (PDK-Bakur) Hişyar Ozalp beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê bû û destbikarbûna Joe Biden wek Serokê Amerîkayê û helwesta wî ya li hemberî Kurdan û siyaseta derve Amarîkayê derve di bin rêveberiya Biden de, nirxand.
Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden wek kesekî ku ji nêzîk ve Kurdan nas dike tê zanîn û Ozalp jî amaje bi wê dike, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî Jake Sullivan li dijî operasyonên Tirkiyê yên li ser Efrînê bû û got, “ Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken pêşniyar dike ku çek bidin Kurdên Rojava ji bo li dijî DAIŞê şer bikin.”
Li ser pêkanîn û naskirina statuyekê ji bo Rojavayê Kurdistanê jî Hişyar Ozalp dibêje, “Ez nabêjim dê bi alîkariya Amerîkayê ji bo Kurdan dewletekê ava bikin. Lê li Rojhilatê Firatê dê Kurd teqez bibin xwedî desthilat. Ew jî grêdayî Kurdan e.”
Derbarê siyaseta Tirkiyê di bin rêveberiya Recep Tayyîp Erdogan de li beramber Rojavayê Kurdistanê û Kurdên perçeyên din, Ozalp tekez dike, “Ew ne siyaseta Erdogan e yekî din jî bûya dê heman kiryar kiriban, ew siyaseta dewleta Tirkiyê ye. Dema Kurd li Rojavayê Kurdistanê dibin xwedî statûyekî Tirk xwe neçar dibînin ku destwerdanê bikin. Başûrê Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve çû Tirkan destwerdan kirin.”
Derbarê peywendiyên Amerîkayê di bin serokatiya Biden de ligel Tirkiyê jî Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-Bakur amaje bi wê dike, tîma Biden dê ji rêveberiya Trump cudatir serederiyê li gel Tirkiyê bike.
Li ser helwesta li hember Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û PKKê jî Ozalp tekez dike ku Amerîka wan weke hev nabîne û dibêje, “ez behsa kesayetan nakim lê wek rêxistin YPG ti carî di nav karûbarên xerab û terorîstî de cih negirtiye û parêzvaniya erdê xwe û miletê xwe kiriye.”