Îro 75 sal di ser damezrandina Komara Kurdistanê re derbas bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Di Şerê Duyem ê Cîhanî de Îranê bêalîbûna xwe ragihand, lêbelê ji ber nêzîkbûna wê ya li Almanya, dewletên Brîtanya, Amerîka û Sowyetê biryar dan dest bi ser wî welatî de bigirin.

Roja 25êTîrmeha 1941an bêyî ku Îran berevaniyê bike, Brîtanya ji başûr û Sowyet jî ji aliyê Bakur ve derbasî nav axa Îranê bûn.

Wan dewletan Riza Şah Pehlewî ji kar dûrxistin û kurê wî li cihê wî danîn. Bi wê yekê jî Tehranê ti desthilatek li ser welat nema.

Valahiya desthilatê li Rojhilatê Kurdistanê, derfet bo damezrandina Komeleya Vejîna Kurd an jî Jê Kaf çê kir.

Ew komele ji aliyê çend rewşenbîrên Kurd ve hat damezrand û piştî demekê Qazî Mihemed jî bû endamê wê komeleyê.

Nivîskar Celîl Gadanî dibêje, “Pêşewa Qazî bi rêya konsulxaneyê daxwaza alîkariyê li Yekîtiya Sowyetê kir. Dema heyet diçin û gotûbêj dikin, Qazî Mihemed gelek bi ciddî bersiv dide û dibêje, `em milet in ku kultura me heye…`”

Piştî vegera şanda Kurd ji Azerbaycanê, endamên sereke yên Komeleya Jê kaf li Mihabadê kom dikin û navê wê rêxistinê dikin Partiya Demokrata Kurdistanê û Qazî Mihemed wek pêşewayê hizbê destnîşan dikin.

Ew guhertin bingeha cemawerî ya Hizba Demokrat berfireh dikin û bingeha damezrandina Komara Kurdistanê datînin.

Nivîskar Sidîq Salih dibêje, “Ew dem ji bo miletên bindest weke Kurd, muxtariyet dihat xwestin di çarçoveya wan dewletan. Lewma zêdetir dihat xwestin hizra otonomiyê li nav Kurdan belav bike, jibilî wê Rûs li gel yekparçeyiya axa Îranê bûn. Lewma rêbaza Komeleya Jê Kaf bi dilê wan nebû.”

Roja 26ê Sermaweza 1324 a rojî alaya Kurdistanê li ser avahiya Encûmena Mîllî ku Desteya Rêveberiya Partiya Demokrat bû, hat bilindkirin.

36 roj piştî wê, 2ê rêbendanê, damezrandina Komara Kurdistanê bi beşdariya kesayet û hemwelatiyên hemû beşên Kurdistanê bi fermî hat ragihandin.

Sînorê cografyaya di bin desthilata Komara Kurdistanê ji Şîno ta nêzikî Saqizê bû. Ber bi jêrtir di bin destê Brîtaniyayê de bû û Komarê hewl neda bixe bin kontrola xwe .

Nêzikî 11 meh piştî damezrandina Komar Kurdistanê, Îran û Sowyet li ser vegera hêzên Îranê bo navçeyên di bin desthilata Komara Azerbaycan û Komara Kurdistanê de rêkeftin. Pêşewa Qazî Mihemed jî biryara şerkirinê neda.

Dîroknas Dr. Keywan Azad dibêje, “Pêşewa Qazî Mihemed daxwaz ji hêzên Pêşmerge kirin ku êriş nekin û li cihên xwe bimînin.”

Roja 24ê Sermaweza 1325 a rojî, hêzên Îranê gihiştin nêzikî Mihabadê û dawî li desthilata Komara Kurdistanê hat. Piştî 74 salan, niha jî Kurd xewn bi damezrandina wê Komarê ve dibin.