Hewlêr (Rûdaw) – Felah Mistefa, Rawêjkarê Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Korbenda Davosê û hevdîtinên wî bi Trump û serkirdeyên din re giringiyeke taybet heye û peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel civaka navdewletî berfirehtir dike.
Îro Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê dest pê kir û dê heta 24ê vê mehê berdewam be.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê de beşdar dibe û dê ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, û hejmarek serkirdeyên din û wezîrên welatan bicive.
Rawêjkarê Serokê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa dibêje, girîngiyeke taybet a Nêçîrvan Barzanî heye û peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel civaka navdewletî berfirehtir dike.
Felah Mistefa ji Rûdawê re got: “Nêçîrvan Barzanî salên derbasbûyî jî li Davosê ligel serkirdeyên cîhanê hevdîtin pêkanîbûn, lê wek Serokê Herêma Kurdistanê yekem car e ku ligel Serokê Amerîkayê bicive. Nêçîrvan Barzanî di dema heft mehên derbasbûyî yên serokatîkirina Herêma Kurdistanê de ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî civiyaye.”
Felah Mistefa herwiha diyar kir, Serokê Herêma Kurdistanê bo Koşka Spî hatiye vexwendin û di demên pêş de diçe Washingtonê û ligel berpirsên payebilind ên Amerîkayê dicive.
Nêçîrvan Barzanî sala 2018an jî wek Serokwezîrê Herêma Kurdistanê beşdarî Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê bûbû û ligel serkirde, wezîrên derve û berevaniyê yên welatan civiyabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse