Keça Helebçeyî ya qurbaniya kîmyabaranê bi navê 'Jiyan' nasname wergirt

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Hewlêrê biryar da ku nasnameya Iraqî bide keça windabûyî ya Helebçeyî. Ew keça wendabûyî ya dema kimyabarana Helebçe, beriya 4 salan ji Îranê vegeriya Başûrê Kurdistanê, êdî bi navê Jiyan Kameran Lhon tê tomarkirin.

 

Bi piştgiriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçêrvan Barzanî nasnameya Îraqî bi wê keça wendabûyî ya Helebçeyî hate dayîn.

 

Ew keça Kurd ku yek ji qurbaniyên karesata kîmyabarankirina Helebçeyê ye, 31 sal e di nav mij û morana jiyaneke bênavûnîşan de meh û salên xwe derbas dike. Lê asoyên jiyanê ji sibe û pê de dê li ber keça Helebçeyî ya windayî berfirehtir bibin.

 

Şeveke dirêj li ber wê ye, heta ku lê bibe sibeh. Tenahiya ku têde dijî şevên zivistanê lê dirêjtir kirine.

 

Jiyan Kameran ji Rûdawê re dibêje: “Ez gelek ji moman hez dikin, ne ku tenê jê hez bikim, lê ji tirsa tenêtiya xwe, hez dikim her çar aliyên min ronahî be, lewma moman hil dikim.”

 

Sibe di jiyana wê de rojeke dîrokî ye, rojeke ku ev çendîn sal e li benda wê ye, lê ji sibe û pê de ew êdî li dû malbat û kesûkarên xwe nagere.

 

Jiyan Kameran behsa hestên xwe dike û dibêje: “Ditirsim, bi qasekê min strês heye ku ditirsim heta sibe bimirim û ez nekarim biryara dadgehê bibînim, ku dadwer biryarê bixwîne. Lê ez Jiyanê (navê wê yê nû) êdî nakim ti kesî, êdî ew ne Miryem e ku piştî 27 salan ji min hat standin, an jî Hawnaz nîne ku piştî 3 salan ji min hat standin. Ez neçar bûm ku penah bibim bo cem Nêçîrvan Barzanî daku navekê ji min re bibîne, ji ber ku ti kesê min nebû. Sibê ku ez bibim Jiyan, êdî heta hetayê ezê bêhêvî bim ji dîtina kesûkarên xwe.”

 

Ev demeke ku Jiyan Kameran jiyannameya xwe dinivîse û hewl dide heta 16.03 ku roja bîranîna karesata kîmyabarankirina Helebçeyê ye, bike pirtûk û belav bike û behsa qonaxên tal û qonaxên giring ên jiyana xwe di wê jiyannameyê de bike. Jiyan di wê jiyannameya xwe de behsa serpêhatiyên xwe dike, ku çawan 27 salan bi navê Miryem jiyana xwe derbas kiriye û bo dema 3 salan jî bi navê Hawnaz jiyaye, lê ji sibe û pê de destpêkeke nû ye bo jiyana Jiyan Kameranê.

 

Ew êdî dê piştî 31 salan, ji nû ve bi navê Jiyanê, jiyana xwe berdewam bike.

 

Sibeh hat, lê şev çawa derbas bû. Jiyan jî ji bo wergirtina nasnameya xwe ya nû amade ye.

 

Jiyan Kameran behsa çawaniya derbasbûna şeveke dûr û dirêj dike, heta ku sibehî were û li dadgehê amade be û navê xwe yê nû bi fermî werbigre.

 

Jiyan ji Rûdawê re dibêje: “Duh şev heta sibê min 100 carî cihê xwe guhert, min nedikarî li ser textê xwe yê razanê rakevim. Ez her dihatim û diçûm, min gelek strês hebû. Ez raneketim heta sibê, îro em dê encamê bibînin.”

 

Civîna dadgehê hat lidarxistin û keça Helebçeyî ya qurbaniyê karesata kîmyabaranê tevî parêzerên xwe li pêşberî dadgehê amade bû. Piştî demekê dadgehê biryara xwe ya dawî da û nasnameya Iraqî bi navê Jiyan Kameran da wê keça Helevçeyî.

 

Êdî ji îro û pê de ew dê bi navê Jiyan dest bi jiyaneke nû bike. Ji bilî Jiyan, heta niha hîn 74 malbatên din ên qurbaniyên kîmyabarana Helebçe li dû zarokên xwe yên windayî digerin ku hîn 179 zarok bê kesûkar mane, ku 8 ji wan daxwaza encamdana testa DNA kirine û dibe ku şansê wan ji yê Jiyanê baştir be û ne tenê bibin xwedan nasname, lê belê bi dîtina kesûkarên xwe jî şad bibin.