Mesrûr Barzanî: Bi çareserkirina pirsa destûrî dê teror were jinavbirin

21-01-2019
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzan Austin Renforth DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna ligel Berpirsê Odeya Operasyonên Hevpeymanan li Bexdayê General Austin Renforth, geşedanên herî dawî li navçeyê, bêtir pêşxistina mekanîzma hemahengiya navbera hêzan û rûbîrûbûna gefên terorîzmê gotûbêj kir.

 

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke ragihand, ku îro Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke hêzên hevpeymaniya navdewletî bi Berpirsê Odeya Operasyonên Hevpeymanan li Bexdayê General Austin Renforth kir.


Di civînê de pêşhatên dawî yên deverê û pêşxistina zêdetir aa mekanîzma hemahengiya navbera hêzên têkildar û li hemberî gefên terorîzimê rawestan, hatin nîqaşkirin.


Mesrûr Barzanî hevdem li gel tekezî kirin li ser hevkarîkirina zêdetir a Hêzên Pêşmerge bo pêşgirtin ji liv û tevgerên terorîstan û li dijî derketina gefên terorê bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê, ev yek anî ziman ku bi hevkariya tevahiya aliyan derfetên baş bo asayîkirina rewşa deverê were pêkanîn û bi çareserkirina siyasî, îdarî û destûrî, sedemên serhildana tundûtîjî dê werin jinavbirin.


Şanda hevpeymaniya navdewletî piştgîriya xwe bo hemahengiya navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan û hêzên Iraqî diyar kir û ragihand ku ew weke hevpeymanan dixwazin ku ev hemahengiya han di tevahiya deverê de hebe.


Şanda hevpeymaniya navdewletî ev yek jî diyar kir ku hevpeymaniya wan li ser reform, hevkarîkirin û perwerdekirina Hêzên Pêşmerge berdewam dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst