Li Dîlokê şahî bû şîn: 1 mirî, 4 birîndar

21-01-2019
RÛDAW
Nîşan Dîlok Bakurê Kurdistanê Bûyera trafîkê Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê, di encama wergeriyana otomobîlekê de, kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

 

dema Muhtar Kayhan bi otomobîla xwe ligel hevjîn û her 3 zarokên xwe diçûn şahiyê, li ser rê ji bo li motorsikletê nexe, ku ji beramber ve dihat, wergeriya û wî canê xwe ji dest da û hevjîn û hersê zarokên wî jî birîndar bûn.

 

Bûyer şeva bihorî li Taxa Çatallî ya bajarê Dîlokê qewimî. Muhtar Kayhan, hevjîn û 3 zarokên xwe ji bo ku biçin şahiyê dikevin rê, lê li dawiya taxê ji beramber ve motorsîklêtek tê û Muhtar Kayhan ji bo ku li wê motorsîklêtê nede, berê otomobîla xwe dizîvirîne, ku ji ber wê yekê kontrola otomobîlê ji destê wî derdikeve û werdigere.

 

Di encama bûyerê de, ajovanê otomobîlê, Muhtar Kayhan canê xwe ji dest da û hevjîn û hersê zarokên wî jî birîndar bûne.

 

Tîmên tendirûstiyê piştî ku gihîştin cihê bûyerê, birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneyên bajêr veguhestin û niha hevjîn û hersê zarokên Muhtar Kayhan li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst