SINE – 306 zarokên 14 salî biçûktir zewicandin

Sine (Rûdaw) – Li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, tenê di nav 9 mehan de 306 rewşên zewicandina keçikên di bin temenê 14 salî de hatiye tomarkirin. Zanîngeha Pizîşkî ya Sineyê jî radigihîne, ku herî zêde li Kamyaran û gundên Merîwanê zarok tên zewicandin.

 

Li parêzgeha Sine, bajarê Kamyaranê mînaka herî xirab a zewicandina keçikên 14 salî biçûktir e.

 

Cîgirê Serokê Zanîngeha Pizîşkî ya Sineyê Ferzam Bîdarpûr diyar dike, “Ji bilî Kamyaran, li gundên Merîwanê jî keçik di temenê zarokatiyê de tên zewicandin. Temenê hinek zarokan nabe 13 sal jî.”

 

Li gorî gotina Bîdarpûr melayên xwecihî mehrên wiha dikin. Herwiha jiber biçûkbûna temenên zarokan û nebûna zewca fermî, bûyerên wiha nayên tomarkirin. Di heman demê de ev diyarde dibe sedema gelek pirsgirêkan, bi taybetî jî pirsgirêkên tendurustiyê.

 

Parêzgarê Sineyê Ebdulmûhemmed Zahidî jî di vê mijarê de dibêje; “Divê ew melayên ku destûra zewaca wiha didin û Mehran dikin bên destnîşankirin û rêkarên yasayî li hember wan bên kirin.”

 

Lê li gorî yasayan keçikên 13 salî dikarin bizewicin, yên ji 13 salî biçûktir jî bi destûra dadgehê dibe. Ev yasa li dijî yasayên cîhanî ye. Konvansiyona cîhanî ya parastina mafê zarokan, temenê hevjîniyê weke 18 sal destnîşan kiriye û Îranê jî ev konvansiyon îmze kiriye.

 

Rêveberiya Barê Kesayetî ya Sineyê amara 9 mehên destpêka 2016ê eşkere kirin. Li gorî van amaran 306 zarokên temenê 10 salî heta 14 salî, hatine zewicandin.

 

Li Îranê di navbera salên 2006 û 2015ê de 940 hezar zarok hatine zewicandin, ku ji van 890 hezar keç in.