Konsulê Amerîkî şîret li kurdan kir: Nabe tenê çavên we li petrolê be!

 

Silêmanî (Rûdaw) – Konsulê Amerîka li Hewlêrê, Matthias Mitman derheqê kirîza aborî ya Başûrê Kurdistanê de got, nabe tenê çavên we li petrolê be û divê gendelî jî nemîne.

Li Zanîngeha Amerîkî ya bajarê Silêmaniyê, komcivînek li ser çawaniya çareserkirina kirîza aborî ya Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin, civîna heta niha jî didome.

Di panêla yekemîn a komcivînê de, Konsulê Amerîka li Hewlêrê Matthias Mitman, axivî û diyar kir ku divê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê xurt bibin.

Matthias anî ziman ku nabe mûçe û mafên welatiyan were xwarin û got, em dizanin çend meh in mûçe nehatiye dayîn ji ber wê jî divê hikûmet çi ji destê wê tê, bike. Lê divê xelk jî alîkariya hikûmetê bikin ji bo nehîştina kirîzê.

Wî dîplomatê Amerîkî şîret li hikûmet û gelê Kurdistanê jî kir û got, nabe tenê çavên we li petrolê be, divê sektorên mîna çandinî û tûrîzmê jî bên xurtkirin.

Konsulê Amerîka li Hewlêrê behsa gendeliyê jî kir û got, divê bac ji her kesî were standin û pêşiya bertîl û gendeliyê jî were girtin.