Barzanî ji Yekitiya Ewropayê xwast nûnertiya xwe li Kurdistanê veke

 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Parlamentoya Yekitiya Ewropayê li Brûkselê axaftinek pêşkêş kir û ragihand, kurd li Iraq û Rojhilata Navîn sedema aramiyê ne nek aloziyê. Barzanî her wiha ji Yekitiya Ewropayê xwast, nûnertiya xwe li Herêma Kurdistanê veke û piştevaniya kurdan û mafên wan bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro (21.01.2014) li paytexta Belçîkayê, Brûkselê, li ser vexwandina Kîmsyona Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Yekitiya Ewropayê, li parlamentoyê axaftinek pêşkêş kir.

Barzanî di axaftina xwe de behsa êş û azarên gelê kurd û komkujî û jenosîdên ku li dijî gelê kurd hatiye kirin, kir û ragihand, kurdan ewqas zilm û zordarî dîtin lê dîsa jî negotin emê tola xwe vekin, li şûna wê rûpelek nû vekirin û rêya aramiyê dan pêşiya xwe.

Serokê Herêma Kurdistanê, anî ziman ku jixwe yek ji tiştên ku bûye sedema geşekirin û pêşketina Kurdistanê, aramiye wê ye û vê yekê hîştiye ku gellek şîrketên cîhanî li Kurdistanê berhemanînê bikin û wiha axivî: “Ez tenê vê bêjim, yek ji nîşanên geşekirina Kurdistanê zêdebûna dahata tak e, çimkî dahata tak beriya sala 2003an ji 500 dolaran kêmtir bû lê niha zêdetirî 5 hezar dolar e.”

Mesûd Barzanî, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pêwîstiya Kurdistanê bi alîkarî û ezmûnên Ewropa heye da ku bikaribe xwe bi awayekî modern pêş bixe û wiha got: “Em ji we dixwazin ku nûnertiya Yekitiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê bê vekirin. Ev dê bibe sedema xurtbûna pêwendiyên Herêma Kurdistanê û welatên Ewropa di warê aborî de.”

Barzanî ji Ewropayê xwast, di nehîştina teror û avakirina dewletek demokratîk û federal li Iraqê alîkariya pêvajoya siyasî li Iraqê bike.

Serok Barzanî, da zanîn ku niha li Herêma Kurdistanê 250 hezar penaberên Sûriyê heye ku piraniya wan kurdên Rojavayê Kurdistanê ne û di nav wan de ereb, mesîhî û netewên din jî hene, her wiha 200 hezar erebên başûr û navîna Iraqê ji ber terorê û aloziya ewlehiyê hatine Kurdistanê ne, nêzîkî 10 hezar malbatên mesîhî li Kurdistanê dijîn jibilî vê 26 hezar malbatên din jî ji tirsa terorê hatine Kurdistanê, her wiha vê dawiyê jî 15 hezar kes ji devera Enbarê ya Iraqê ji ber aloziyê ewlehiyê berê xwe dane Kurdistanê.

Mesûd Barzanî, eşkere kir ku ew bi wê şanaziyê dikin ku Herêma Kurdistanê bûye sitargeha mirovan lê mixabin alîkariyên mirovî yên navdewletî bo penaberên di asta pêwîst de nebû.

Serokê Herêma Kurdistanê axaftina xwe wiha bidawî anî: “Herêma Kurdistanê û kurd sedemên aramiyê ne nek yên aloziyê. Emê li ser vê siyaseta xwe berdewam bin, emê hemû hewlên xwe bi hêzên din ên Iraqê re bidin da ku arîşeyan çareser bikin û saziyên dewletê ava bikin. Emê girêdayî destûrê bin û ez dîsa ji we dixwazin bo vê yekê piştevaniya me bikin û alîkariya me bikin.”