Şêx Murşid Xeznewî û Mezlûm Ebdî li hev civiyan
Hewlêr (Rûdaw) -Şêx Murşid Xeznewî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Qamişloyê li hev civiyan.
Wêneyên hevdîtinê hatin belavkirin lê heta niha li ser naveroka civînê ti daxuyanî nehatiye dayîn.
Şêx Murşid Xeznewî û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li hev civiyan#Rojava pic.twitter.com/km29fz9VQy
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 20, 2024
Her wiha Şêx Murşid Xeznewî li Mizgefta Şêx Maşûqê Xeznewî ya Qamişloyê xutbeya Înê da û ji bo yekîtiya partiyên Rojavayê Kurdistanê bang kir.
Xelkê piştî xutbeyê bi dirûşmên “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd” û “Yek e, Gelê Kurd Yek e” Şêx Murşid Xeznewî pêşwazî kir.
Şêx Murşid ji Rûdawê re gotibû ku ew dê here Qamişloyê û ji bo yekkirina aliyên siyasî hewl bide.
“Divê Kurd yekrêziya xwe ava bikin”
Şêx Murşid di axaftina xwe ya li Qamişloyê de jî peyama yekîtiyê da û got:
“Divê Kurd yekrêziya xwe ava bikin û sûdê ji vê derfetê wergirin.
Mijara herî girîng ew e ku Kurd bi yek şandeyê biçin Şamê da ku karibin destkeftên gelê xwe biparêzin.”
Şêx Murşid Xeznewî li Mizgefta Şêx Maşûqê Xeznewî ya Qamişloyê xutbeya Înê da û banga yekîtiya partiyên Rojavayê Kurdistanê kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 20, 2024
Xelkê piştî xutbeyê bi dirûşmên ❝Bijî Yekîtiya Gelê Kurd❞ û ❝Yek e, Gelê Kurd Yek e❞ Şêx Murşid Xeznewî pêşwazî kir#Rojava #Kurd pic.twitter.com/xcuIryxLqS