Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber bombebaranên Tirkiyeyê û êrişên komên çekdar ên li bendava Tişrînê 11 roj in av û elektrîka Kobaniyê qut bûye.
Serokê Meclisa Xwecihî ya ENKSyê yê Kobaniyê Ednan Bozan doh ji Rûdawê re ragihand, ji ber bombebaranên Tirkiyeyê û êrişên komên çekdar, 10 roj in av û elektrîk li Kobaniyê nînin.
Ednan Bozan da zanîn ku gel ji bo dabînkirina avê xwe dispêre bîran û ji bo dabînkirina elektrîkê jî jeneratoran bi kar tîne.
Komên çekdar 12 roj in êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qerekozakê ya di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dikin.
Serokê Meclisa Xwecihî ya ENKSyê yê Kobaniyê Ednan Bozan anî ziman:
“Heta niha li ser sînorê Kobanî û Tirkiyeyê ti liv û tevger nînin.
Dîwarê betonê yê li ser sînor hatiye danîn wekî xwe ye.”
Ednan Bozan diyar kir ku li gundê Qerekozakê û Bendava Tişrînê tevgera komên çekdar heye.
Serokê Meclisa Xwecihî ya ENKSyê yê Kobaniyê Ednan Bozan li ser rewşa nav bajêr jî anî ziman:
“Rewşa bajêr asayî ye lê tirs û fikar hene.
Mirov ditirsin tişta ku hat serê Girê Spî û Serê Kaniyê were serê Kobaniyê jî.”
8ê mehê mixalefeta Sûriyeyê ya bi pêşengiya Heyeta Tehrîr El Şamê dawî li desthilatdariya rejîma Beşar Esed anî û piştî wê êrişên komên çekdar ên li dijî HSDyê dest pê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse