Kemal Burkay: Şêx Seîd welatparêz û qehreman e

20-12-2023
RÛDAW
Siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Kemal Burkay
Siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Kemal Burkay
Nîşan Kemal Burkay Şêx Seîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmendarê Kurd Kemal Burkay têkildarî nîqaşên ku li ser Rêberê Kurd Şêx Seîd têne kirin û got, “Şêx Seîd di çavên Kurdan de qehreman û welatparêz e.”

16ê Kanûna Pêşîn li Amedê pêşengeha 10emîn a pirtûkan hat vekirin.

Nêzîkî 120 weşanxane û zêdeyî 350 nivîskar tevlî pêşengehê bûn.

Siyasetmendarê Kurd Kemal Burkay jî li pêşengehê pirtûkên xwe yên lêkolîn û helbestan îmze kirin.

Kemal Burkay têkildarî rêberê Kurd Şêx Seîd û karvedanên darketine ji Rûdawê re axivî.

“Di çavê me de qehreman e”

Burkay diyar kir ku biryara bulwara Şêx Seîd di cih de bû û got:

“Ez gelekî kêfxweş bûm. Tiştek gelekî baş e û pêdivî pê hebû.  Hinek kesên nîjadperest ji vê aciz bûne û dibêjin ‘Hûn çawa navê kesekî xayîn didin kolanê.’

Di çavê wan de xayîn e lê di çavê me de Şêx Seîd welatparêz û qehreman e. Şêx Seîd, îxanet nekiriye, mafên welatê xwe parastiye. Lewra neheqî li wî û hevalên wî hatiye kirin.

Eger di avakirina Komara Tirkiyeyê de mafê Kurdan hatiban dayîn, dê ev bûyer neqewimîban.

Piştî wê jî gelek serhildanên Kurdan çêbûn. Ev ne gunehê Kurdan bû.

Kesên ku ji van aciz in, kevneperest in û ti carî ziman û nasnameya Kurdan nas nakin. Ew naxwazin heqê Kurdan bê dayîn.

Helwesta Ensarîoglu di cih de bû. Partî û hêzên ku tim dixwazin Kurdan bi kar bînin û Kurd piştgiriya wan dikin lê ew jî mafê Kurdan nas nakin. Biratî jî, hevaltîjî wisa nabe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst