Biryarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin / Wêne: Arşîv
Hewlêr (Rûdaw) – Bi biryara Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê, li 32 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, seatên dengdanê yên hilbijartinên şaredariyên 31ê Adarê hatin guhertin.
Biryarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê yên têkildarî hilbijartinên şaredariyan ên di 31ê Adara 2024an de di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.
Li gorî biryara nû, li 32 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê saetên destpêk û bidawîbûna pêvajoya dengdanê wekî 07:00-16.00an hatin guhertin.
Bajarên pêvajoya dengdanê dê saet 07:00an dest pê bike û saet 16:00an bidawî bibe ev in:
Semsûr, Agirî, Çewlîk, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzingan, Erzirom, Dîlok, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Sêwaz, Wan, , Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê.
Artvîn, Gîresûn, Gumuşhane, Ordu, Rize, Trabzon û Bayburt ên Tirkiyeyê.
Li parêzgehên din jî dê pêvajoya dengdanê dê 08:00 dest pê bike û 17:00an bi dawî bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse