Li Ezazê alozî: HTŞyê êrişî fermandarekî xwe yê berê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Tehrîr el-Şamê (HTŞ) li Ezazê êrişî fermandarekî xwe yê berê kir

Li bakurê Sûriyeyê di navbera çekdarên Desteya Tehrîr el-Şamê (HTŞ) û alîgirên fermandarekî cûdabûyî yê ji wê Rêxistinê de şer û pevçûn derketin.

Fermandarê bi navê Cîhad Îsa el-Şêx ku wekî Ebû Ehmed Zekûr jî tê naskirin ji Desteya Tehrîr el-Şamê veqetiyabû.

Hêzêke HTŞyê şeva sêşemê li Ezazê avêtibû ser baregehên Ebû Ehmed Zekûr û di navbera her du aliyan şer û pevçûn derketin.

Pisporê karûbarên grûpên cîhadî Hûmam Îsa, Rûdawê re hûrgiliyên cudabûna Ebû Ehmed Zekûr û êrişa çekdarên Desteyê bo ser baregeha wî vegotin.

Lêkoler Hûmam Îsa got, “Grûpeke ser bi dezgeha ewlehiya giştî ya Tehrîr el-Şamê, bi hevkatiya Grûpa Şehbayê ku beşek e Artêşa Niştimanî avête ser baregeha serkirdeyê diyar ê berê yê Heyeta Tehîr el-Şamê Ebû Ehmed Zekûr.

Dezgeha ewlehiyê bi alîkariya Grûpa Şehbayê bi fermandariya Hecî Tewfîq Til Rifet, Zekûr girtin û berê wî dan Îdlibê.

Piştî şer û pevçûnên ku 2 demjimêran dirêj kirin, Zekûr û grûpa ku di baregeha wî de asê mabû, karîbûn birevin.

Zekûr wekî kesê sêyem di Heyeta Tehrîr el-Şamê de dihat hejmartin û gelek zanyarî li ba wî hene.

Wî dosyeya aboriyê ya Heyetê bi rê ve dibir, ew berê mîrê Helebê bûye û di navbera Heyetê û grûpên Artêşa Niştimanî de berpirsê dosyeya danûstandinê bû.”

Îsa ji Rûdawê re da zanîn ku çekdarên HTŞyê fermandarê xwe yê berê li gel birayê wî Mecîda Îsa el-Şêx ku birîndar bûbû desteser kiribûn ku dixwestin wî ji Ezazê di rêya Efrînê re, bibin Îdlibê lê hêzên Tirkiyeyê rê li karwanê çekdaran girtin û Ebû Ehmed Zekûr û birayê wî rizgar kirin.

Herwiha Îsa got ku hêzên Tirkiyeyê fermandarê cudabûyî yê HTŞyê ji bo xaleke xwe ya nêzîkî sînor veguhestine.