Rêveberê DEM Partiyê hatibû kuştin: Cerdevanek hat girtin

20-12-2023
RÛDAW
Nîşan Ahmet Gun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê DEM Partiyê yê Sêgirkê Ahmet Gun, 11ê Kanûna Pêşîn di êrişekê de canê xwe ji dest dabû.

Li gorî îdiayan, êriş ji aliyê Enver Babat (60), Omer Yarar, Sidik Babat û kurê wî Ebubekîr Babat ve pêk hatiye.

Cendirmeyan derbarê van kesan de lêpirsîn da destpêkirin lê ji kujeran tenê Enver Babat ji bo îfadeyê xwe radestî cendirmeyan kiribû.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihê hatine wergirtin, Enver Babat bi tewana “Kuştina biqestî” hatiye girtin û şandine girtîgehê.

Xizmên Ahmet Gun ji Rûdawê re diyarkirin ku qereqolê telefonî wan kiriye û biryarê ji wan re ragihandiye.

Herwiha wan ji Rûdawê re ragihandin ku Omer Yarar, Sidik û Ebubekîr Babat ku 10 roj in derbarê wan de biryara lêgerînê heye nehatine girtin.

Kurê Ahmet Gun ê ku bi birîndarî ji êrişê rizgar bûye li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Çi bûbû?

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî, Rêveberê DEM Partiyê yê Sêgirkê Ahmet Gun, kurê wî û biraziyê wî li gundê Talokanê yê bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilebana Şirnexê, 11ê Kanûna Pêşîn rastî êrişê hatin.

Hat zanîn ku Ahmet Gun û zarokên xwe ji bo êzingan çûbûn gundê Talokanê.

Di encama êrişê de Ahmet Gun li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û kurê wî yê bi navê Abdurrahim jî birîndar bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst