Li Rihayê qeza: 6 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelfetiyê Rihaya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek û motorek li hev qelibîn, 6 kes birîndar bûn.

Motora ku Burhan Çulcu diajot û otomobîla şofêrê wê Mustafa Sadak li navçeya Xelfetiyê li hev qelibîn.

Di qezayê de her du şofêr, Meryem Sadak, Tuncay Korkmaz, Kasim Opak û Halîl Çulcu birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên li Xelfetî û Bêrecikê.