Serokê Baroya Amedê çû serdana Demîrtaş û Mizraklî

20-12-2023
RÛDAW
Nîşan Nahît Eren Selahattin Demîrtaş Selçuk Mizraklî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li Grtîgeha Edîrneyê hevserokê berê yê Partiya Demoktîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizraklî ziyaret kir.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku roja Sêşemê li Girtîgeha Edîrneyê çûne serdana hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş û serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizraklî.

Nahît Eren di peyama xwe de got:

"Ez li Girtîgeha Edîrneyê çûm serdana serokên binirx Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizraklî.

Em derbarê welat, Amed û rojevê axivîn. Tevî her tiştî pêdagiriya li ser diyalog û çareseriyê gelekî bi qîmet e.”

Selahattîn Demîrtaş bi hinceta “endamtî û propagandeya rêxistinê” ji 4ê Çiriya Pêşnîna 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

Beşek ji cezayên girtîgehê jê re hatine dayîn û pêvajoya darizandina wî berdewam e.

Selçuk Mizraklî jî di hilbijartinên şaredariyan yên sala 2019an de li ser lîsteya HDPyê li Amedê ji sedî 62ê dengan bi dest xistibûn û bûbû Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

Di 19ê Tebaxa 2019an de ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ve ji erkê xwe hatibû dûrxistin û piştre li şûna wî qeyûm hatibû danîn.

Ew ji 21ê Çiriya Pêşînê ya 2019an û heta niha bi hincetên siyasî hatiye girtin û li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst