Li Efrînê di heftiyekê de bêhtirî 200 darzeytûn ji aliyê grûpên çekdar ve hatine birrîn

20-12-2022
Hisên Omer
Nîşan Efrîn Birrîna Darzeytûnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, di heftiyekê de bêhtirî 200 darzeytûn ji aliyê grûpên çekdar û Erebên hawirde ve hatine birrîn.

Dr. Îhsan Efrînî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku 60 darzeytûnên wî ji aliyê grûpên çekdar ve hatine birrîn.

Tora Çalakvanên Efrînê jî ragihandiye ku çekdarên Siltan Mûrad û Siqûr el-Şemal 90 darzeytûnên herdu welatiyên Kurd Cemal Omer û Mistefa Omer ji gundê Qizilbaş birrîne.

Çekdarên heman grûpa Siltan Mûrad 28 darzeytûnên welatî Şaban Xelîl û 2 darzeytûnên Deyan Hûrî jî li gundê Kotana birrîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst