Li Qersê gurê birçî daket gund

21-12-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Qers Gurê Birçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Zarûşadê ya ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ve, îro 20ê Kanûnê demjimêrên bi roj gurê ku birçî ma daket gund.

Li bajarên Serhedê yên weke Qers, Îdir, Wan, Agiriyê yên Bakurê Kurdistanê, sermayeke zêde heye û pileya germê dadikeve. Berf û barana zêde bandorê li jiyana ajelên kovî dike.

Li gundê Karkulux ê Zarûşadê, îro 20ê Kanûnê demjimêrên bi roj gurê ku ji ber berfa zêde xwarin peyda nekiribû çû nav gund. Piştî ku demekê li gund li xwarinê geriya sergên gund êrîşî gur kirin û gur jig und reviyan.

Li parêzgehên herêma Serhedê yên Bakurê Kurdistanê, zivistanan ji ber birçî dimînin bi taybetî ajelên wek gur, hirç û rovî dadikevin nav gund û bajaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst