Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan di 3 operasyonên hevpar ên bi HSDê re de 6 DAIŞiyan girtine.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê îro di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan di 48 saetên dawî de 3 êrîşên helîkopteran li Rojavayê Kurdistanê pêk anîne û di encamê de 6 kes hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di DAIŞiyên hatine girtin de serkirdeyê rêxistinê yê bi navê "El-Zubeydî" jî heye.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, 2 ji wan êrîşan li Dêrezorê û ya din jî li Hesekê bi hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatine encamdan û 4 ji endamên DAIŞê yên girtî jî çekdar bûne.
CENTCOM bal kişand ku el-Zubeydî "di plankirina êrîşên rêxistinê li Sûriyê de beşdar bû" û tekez kir ku nirxandina destpêkê nîşan dide ku "ti sivîl ne mirin û ne jî birîndar bûn" di van operasyonan de.
Fermandarê CENTCOMê Michael Kurilla jî tekez kir ku girtina endamên DAIŞê dê "karîna rêxistina terorîst a plankirin û pêkanîna êrîşên bêîstiqrar kêm bike."
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihandibû, piştî destpêkirina operasyonên hevbeş ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (16ê Kanûna Pêşîn, 2022) 5 endamên din ên DAIŞê hatine girtin.
Roja Sêşemê 13ê Kanûna 2022 Pentagonê ragihand, hêzên Amerîkayê ji Mijdara îsal ve dest bi operasyonên leşkerî yên hevbeş bi HSDê re li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse