'Eger alîkarî negihîje Kampa Serê Kaniyê em dê rûbirûyî karesateke mezin bibin'

Hewlêr (Rûdaw) - Li kampa Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, nêzî 2 hezar koçberên ku nû gihiştine nav kampa Serê Kaniyê ji hemû pêdawîstiyên seretayî yên zivistanê bêpar in. Endamê Encûmena Kampa Serê Kaniyê Mihemed Haco ji alîkariya koçberan bang li Kurdên çar parçeyê Kurdistanê kir û got "Em dê rûbirûyî karesatekî bibin. Her kesê çi ji destê wî bê alîkariya xelkê me yê koçber ên Serê Kaniyê, Zirgan û Efrînî bike, dê gelek baş be ji ber ku ji xeynî Kurdan piştgiriya kesên Kurd û koçberan nake."

Heta niha cilûbergên zivistanê, sobe, sûtemenê, doşek û betanî ji bo van koçberan nehatine peydakirin.

Mihemed Haco, endamê encûmena Kampa Serê Kaniyê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, koçberên nû ji encama topbarana Tirkiyê gundewarê Zirganê ghiştine kampê.

Li kampa Serê Kaniyê ya nêzîki bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, nêzî 2000 koçber bê pêdawîstiyên herî seretayî yên jiyanê di werzê zivistanê de ne.

Heta pêdawîstiyên zivistanê her wekî cilûbergên zistanî, sobe, sûtemenê, doşek û betanî ji van koçberên ku nû gihiştine nav kampê re nehatine peydakirin. Ew di vê sira û sermaya zistanê de li ser erda rût jiyana xwe diborînin.

Li gor Ofîsa Karûbarên Koçberan a Rêveberiya Xweser, li herêma Cizîrê 24 hezar û 689 malbat koçber in û hejmara wan 107 hezar û 100 kes in.

Tenê li Serê Kaniyê 2 hezar û 309 malbat ku hejmara wan 12 hezar û 739 kes in.

Mihemed Haco, Endamê Encûmena Kampa Serê Kaniyê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, koçberên nû ji gundewarên Zirganê hatine.

Berdevkê Komîteya Perwerdeyê Mihemed Haco dibêje "Weke em tev dizanin Dewleta Tirk a dagirker di van demên dawî de êrişên xwe li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê bi tundî berdewam dike. Bi taybet jî xelkê Zirgan û gundewarên wê di vê êrişa herê dawî de zirareke gelek mezin dîtin, ku di encamê de li gorî hejmara ku di destê me de zêdetirî hezar û 700 kes nêzikî 4 gundên Zirganê bi temaîmî hatine valakirin, piştî ku êrişa dewleta Tirk li wan gundan hatin çêkirin. Ev xelkên ku koçber bûn berê xwe dane Kampa Serê Kaniyê, ku beşeke pir biçûk ê wê kampê ji bo xelkê Zirganê hatiye veqetandin. Lê bi rastî jî ti amadekarî ji bo wê nehatibû kirin, ne rêya wan, ne konên wan, ne cihê ku lê rûnên, cihên ku tê de razên. Em tev jî dizanin em di dema zivistanê de ne, demsala zivistanê barana zêde, sermaya zêde hatine. Rewşa wan koçberan ên ku di van konan de rûdinên bi temamî ne alîkar e ku xelkê bidine pêşwazîkirin."

Haco got, ku alîkariyên pêwîst ji bo koçberan nayên pêşkêşkirin û rewşa wan pir xirab e.

Mihemed Haco ragihand "Li aliyê din jî sazî û dezgehên mirovahî bi taybet jî Netewên Yekbûyî pêla koçberiya ya di dema dawiyê de pir paşguh kirine û alîkarî ji bi wan re nakin. Alîkariyên ku têne kirin gelekî kêmin ku ji aliyê Rêveberiya Xweser û hin saziyên herêmî ne, lê eger rewş bi vî rengî berdewam bike, bawer bikin zarok gelek zirarê dibînin, pirêmêrên bi temen mezin zirarê dibînin, serma hatiye cihek tine ku xwe tê de germ bikin, jiyana xwe ya normal bidin jiyankirin. Em dê rûbirûyî karesatekî bibin. Bi tevahî Kampa Serê Kaniyê, xelkê li Serê Kaniyê ku di nava kampan de ne, alîkariyên ku ji wan re têne pêşkêşkirin têrê nakin. Hêvîdarin ku hemû saziyên Netewên Yekbûyî, en ku li me guhdar dikin, xelkê me yê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat jî, eger her kesê ji destê wî bê alîkariya xelkê me yê koçber ên Serê Kaniyê, Zirgan û Efrînî bike, dê gelek baş be ji ber ku ji xeynî Kurdan piştgiriya kesên Kurd û koçberan nake."

Li gor zanyariyên ku Rûdawê bidest xistine, 277 malbat nû gihiştine nav kampa Serê Kaniyê. Ew ji gundewarê Zerganê di encama topbarana Tirkiyê de koçber bûne û hin dibistanên Hesekê hatine veguhestin. Roja sêşemê agir girtiye karevanekeke koçberan li nav kampê lê ziyan tenê maddî bûne. Çavkaniya ku ev dîmen ji bo Rûdawê şandiye aşkere kir ku agirkuj li nav kampê nînin.