Bafil Talebanî û Mezlûm Kobanî li Rojavayê Kurdistanê civiyan

20-12-2022
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Kobanî Bafil Talebanî YNK HSD Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafel Celal Talebanî li Rojavayê Kurdistanê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê Mazlûm Kobanê re civiya.

Di civînê de ku Rêveberê Giştî yê Dijî Terorê Wehab Helebceyî jî tê de amade bû, rewşa siyasî ya Rojava û Herêma Kurdistanê û pêşhatên siyasî yên girêdayî doza Kurd hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan hat kirin.

Serokê YNKê Bafil Talebanî di derbarê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin “Di destpêka hevdîtinê de Mazlûm Kobanê kêfxweşiya xwe ya bi serdana Serok Bafil a ji bo Rojava nîşan da û got ku Rojava piştgiriya berdewam ya YNK'ê ji bîr nake, ku her tim piştgiriya me bûye bi   taybetî hêzên dijî terorê ku roleke giring leyîstin di pişttgiriya hêzên ewlekarî û leşkerî yên Rojava û bibandor bûn  di serkeftina li dijî DAIŞ’ê û em bi vê yekê serbilind in. Di derbare çareseriya astengiya pêş pirsgirêka Kurda ,Kobanê got, "Em hemû hewlên xwe didin ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê û ji bo azadiya Kurdan û parastina mafên wan."

Bafel Celal Talebanî tekezî li ser pabendbûna YNKê bo çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane kir û got “Ew dê hemû hewlên xwe didin da ku diyalog bibe bingeha çareserkirina pirsgirêkan û derbaskirina vê rewşê. Têkiliyên me yên bi Rojava re bêguman wê bidomin û zêdetir pêş bikevin. YNK xwe xizmetkarê hemû Kurdan dibîne, Kurdbûn serbilindiya me ye û mayîna me bi yekrêziya me ve girêdayî ye.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de Bafil Talebanî ragihand “Yek ji erkên herî girîng ên Rojava parastina maf, çand û zimanê Kurdî li herêmê ye û ji bo vê jî em bi serbilindî piştgiriya we dikin. Însiyatîfa niştimanî ya YNKê ji bo yekrêziya gelê Kurd û yekrêziya me li hember pirsên diyarker, parastin û bidestveanîna mafên me ye. Em dixwazin bi welatên cîran û dostên me re peywendiyên saxlem hebin û aştî û yekrêzî bibe bingehê peywendiyên me, ev mîrateya Serok Mam Celal e û emê berdewam bin.”

Li aliyê din Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî jî di derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got “Kêfxweş bûm ku bi serokê YNK Bafel Talebanî û fermandarê CJTFOIR Matthew McFarlane re hevdîtin pêk anî û li ser pêşxistina xebatên hevbeş ên dijî terorê ji bo parastina aramiya herêmê axivîn. Bi vê hevkariyê serbilind im û em li ser berfirehkirina wê dixebitin. Spas ji bo piştgirî û hevaltiya we.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst