Platforma Zimanê Kurdî li 3 bajarên din nûnertiyên xwe vedike

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî, Şerefxan Cizîrî diyar kir ku platform dê li Rihayê û du bajarên din ên Bakurê Kurdistanê nûnertiya xwe veke û careke din tekezî li ser wê yekê kir, ku pêwîst e li Tirkiyê zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî û zimanê perwerdeyê.

Platforma Zimanê Kurdî, doh Yekşembiyê 19ê Kanûna 2021an li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Rihayê konferanseke rojnamevanî saz kir. Berdevkên Platformê Şerefxan Cizîrî, Endam, KOmîteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Vahît Aba, Hevserokê Şaxa HDPê li Amedê Zeyat Ceylan, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Sedat Dogan jî di nav de nûnerên partiyên siyasî yên di platformê de û nûnerên rêxistinên sivîl di konferansa rojnamevanî de amade bûn.

Şerefxan Cizîrî di vê konferansa rojnamevanî de diyar kir ku ew dixwazin li Rihayê jî nûnertiya platformê vebikin û got, “Li Rihayê, dê kesên dil dane Kurdî, nûnerên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl dê xebatên Kurdî bikin.”

Şerefxan Cizîrî destnîşan kir, ku plana wan heye nûnertiyên xwe li herdu bajarên Wan û Şirnexê jî vebikin.

Platforma Zimanê Kurdî pêştir li bajarên Mêrdîn, Êlih (Batman) û Semsûrê şaxên xwe vekiribûn.

Cizîrî, da zanîn platform ji bo ku Kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn, xebatan dimeşîne û got, “Divê kes ji fermîbûna Kurdî netirse. Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Heke dewlet li dijî Kurdî ne di nav dijminatiyekê de be divê van daxwazan bibersivîne. Divê kurd li her saziya ku diçinê karibin bi Kurdî biaxivin. Dema ku kurd bi Kurdî biaxivin wê tiştek nehilweşe. “

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî tekezî li ser xwedîderketina li mafê ziman kir û da xuyakirin, “Divê herkes li vî mafî xwedî derkeve û bi awayekî siyasî nêzî vê mijarê nebe. Ev maf ji bo me tevan derbasdar e.”