Li herêmên Serhed û Heftenînê şerên dijwar

20-12-2021
RÛDAW
Nîşan PKK HPG Gerîla Serhed Heftenîn Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HPGê ragihand ku li herêmên Serhed û Heftenînê di şer û pevçûnan de 7 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin. Li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî di encama êrişên leşkerên wan de 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKKê ye derbarê şer û pevçûnên li gel artêşa Tirkiyê daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya HPGê, gerîlayên wan bi boneya 27ê Mijdarê, salvegera damezrandina PKKê, roja 1ê Kanûnê li qada Demîrkapi ya herêma Gilîdaxê ya Agiriya Bakurê Kurdistanê, li dijî leşkerên Tirkiyê “bi yekîneyên veşartî operasyonek” kir û roja 2ê Kanûnê demjimêr 17.00 ji du baskan ve li hêzên artêşa Tirkiyê da û di encamê de leşkerek hat kuştin.

HPG diyar dike, roja 25ê Mijdarê li herêma Gilîdaxê ya Agiriyê, yekîneyeke artêşa Tirkiyê ya veşartî ji aliyê hêzên wan ve hat kontrolkirin û demjimêr 09.30 ji du aliyan ve li wê yekîneyê hat xistin û di encamê de herî kêm 2 leşker hatin kuştin.

Derbarê şer û pevçûnên li herêma Heftenînê jî HPG dibêje, rojên 17 û 19ê Kanûnê, hêzên wan li rêzegirên koordîne yên qada Pîrbilayê li leşkerên Tirkiyê dan û di encamê du çeper hatin jinavbirin û leşkerên di çeperan de hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya HPGê, di wan şer û pevçûnan de li herêmên Serhed û Heftenînê, 7 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Li aliyê din Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî her îro daxuyaniyek belav kir û li gor wê daxuyaniyê, li herêmên ku dikevin nav axa Başûrê Kurdistanê di dawî êrişên hêzên wan de 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst