Ji %44ê ciwanên Kurd naxwazin hezkiriya wan Tirk be

20-12-2020
RÛDAW
Nîşan Amed Bakurê Kurdistanê Ciwanên Kurd Tirk Ciwankariya Otomobîlan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolînekê %44ê ciwanên Kurd naxwazin hezkiriya wan Tirk be.

Li gorî lêkolîneke ku navenda “Rawest” li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê kiriye, ji %44 a ciwanên Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê naxwazin hezkiriyên wan Tirk bin.

Ew lêkolîn bi hezar û 500 ciwanên ji bajarên Amed, Wan, Mêrdîn, Riha yên Bakurê Kurdistanê û Mêrsîn, Edene û Îzmîrê yên Tirkiyê hatiye kirin. 

Li gorî encama lêkolînan %34 a ciwanên Kurd kar dikin û %24 ya ciwanan wan karan dikin ku çi taybetmendiyeke wan nîne.

Li gorî rapirsiyê ji her 2 ciwanên Tirk yek ji wan kar dike lê li her 3 ciwanên Kurd yek jiwan kar dike.

Li gorî lêkolînan ciwanên Kurd xwe weke Misilman , Kurd, Azadîxwaz didin nasandin . Di demekê de ku ji 5 ciwanên ser bi AKP 4 ji wan xwe weke Musilman didin nasandin,

Ciwanên Kurd ji rewşa jiyanê di bajarên xwe de nerazî ne.

Ji ber rewşa siyasî û civakî ya 5 salên borî %49 a ciwanan koç kirine ji her 10 ciwanan 7 ji wan rastî cûdakariyê hatine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst