Murat Melet: Me belge hene ku zindanî têne tazîkirin

20-12-2020
RÛDAW
Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Wanê beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî tazîkirina girtiyan li zîndan û bingehên polîsan axivî
Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Wanê beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî tazîkirina girtiyan li zîndan û bingehên polîsan axivî
Nîşan Murat Melet Tirkiye Girtîgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Wanê ragihand ku ji berê ve di dema desteserkirinê de pişkinîna jinan bi tazîkirî li zîndan û bingehên polîsan heye û di destê wan de belge hene ku zindanî têne tazîkirin û got: “Kesên vê yekê red dikin, bila bêne desteserkirin dê bi çavên xwe bibînin.”

Li Tirkiyê tazîkirina jinan di girtîgehan de bûye mijareke sereke a nakokiyan di navbera AK Partî û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de. AK Partiyê red dike ku pişkinîna jinan bi tazîkirî li zîndan û bingehên polîsan bê kirin, lê hejmareke jin û zelaman serpêhatiya xwe vedigêrin. HDPê jî kempîna Li hember pişkinîna bi rûtî bê deng nebe ragihand.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Wanê Murat Melet beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî tazîkirina girtiyan li zîndan û bingehên polîsan axivî.

Murat Melet diyar kir ku bûyerên bi vî rengî û giliyên li ser têne kirin tişteke nû nîne û got: “Ev 7 sal e ez serokatiya Komeleya Mafên Mirovan a Wanê dikim. Heta niha gelek kesan li ser vê mijarê giliyên xwe li ba me tomar kirine. Ev tenê li dijî jinan nayê kirin, herwiha li hemberî zilaman jî ew yek tê kirin. Kesên dikevin girtîgehê ewil bi giştî pişkinîn bo wan tê kirin û piştre jî têne tazîkirin. Kesên ku vê yekê red dikin dibêjin ku ew kiryareke dijî mirovahiyê ye û wê yekê eşkere dikin. Ev kesên ku wê yekê eşkere kirin rastî îşkenceyê tên. Me pêştir derbarê vê yekê de rapor amade kirin û ji bo raya giştî ragihandin.”

Melet da zanîn ku piranî kesên siyasî rastî haletên bi wî rengî tên û wiha pê de çû: “Lê girtiyên din jî rastî wan kiryaran tên. Hikûmet îro vê yekê înkar dike, lê rastî ev e. Îro Ozlem Zengîn dibêje pişkinîna bi tazîkirinê nîne. Bila ew bi navek din were girtin û here girtîgehê, wê demê ew dê bi çavên xwe bibîne ka kiryarên bi vî rengî hene yan nîne. Ew wek parêzer şahihalên giliyên wiha ne. Bi dehan salan e di vê mijarê de bi hezaran serlêdan hatine kirin û di raportan de jî cih girtine û hatine belgekirin.”

Bi gotina Melet rewşa xirab a di girtîgehan de berdewam û ew dibêje: “Minak pirtûk û rojname ji bo girtiyan nayê dayîn. Ji bo nivîngeh 3-4 kesî 50 lître ava germ û 100 lître ava cemidî tê dayîn. Di xwarinê de her tim pirsgirêk hene. Kesên nexweş bo nexweşxaneyê nayê şandin.”Ç

AKPê red dike ku pişkinîna jinan bi tazîkirî li zîndan û bingehên polîsan bê kirin, lê hejmareke jin û zelaman serpêhatiya xwe vedigêrin. HDPê jî kempîna Li hember pişkinîna bi rûtî bê deng nebe ragihand.

Çi bibû?

Parlemanterê HDP Omer Gergerlîoglu dabû xuyakirin ku di girtîgehan û binkeyên polîs de bi rûtî pişkinîn bo jin û zilaman tê kirin. Ji aliyê din ve hin kesên ku rastê vê mameleyê hatine di nav torên civakî de behsa serpêhatiya xwe dikin , ew dibêjin raste ku wesa pişkinîn bo wan tê kirin lê AKP wê yekê ret dikin

Omer Gergerlîoglu bi hashtaga "Li hember pişkinîna bi rûtî bê deng nebe" kampînek dabû destpêkirin, hejmare jinên ku rastî heman serederiyê hatine di nav torên civakî de behsa serpêhatiya xwe dikin. 

Parêzer Betul Alpay gotibû, “Herî dawiyê gotin min ku hemû kincên xwe deynê, ez bawer im ev gotina herî nexweş bû ku min wê rojê guhdar kir. Dema ku ez hatim girtin ez ji ber malbata xwe dilgiran bûn lê dema ku min ew tişt guhdar kir girî kete geriya min, ez neçar bûm daxwaziya wan bicî bikim û xwe tazî bikin.”

Welatî Hacer Koç jî gotibû: “Ez dayka 4 zaroka me, di 20 nîsana 2018ê de ez û hevjînê xwe bi hev re hatin girtin, piştî hefteyekê ku ez di bin çavdêriyê de mam ez bo girtîgeha Bakir Koy hatin veguhestin.pişkinîna bi rûtî heye û ez jî dikarim şahidiyê bidim.  Du zêrevan saet 12 şevê hatin û li ber deriyê girtîgeha Bakir Koyê li camzaneyeke xirab û bi berçavê cendirmeyan ez tazîkirim û pişkinîn kirin.  Cendirmeyan şerm kirin û pişta xwe dane min .”

Kesên ku li girtîgehan hatine tazîkirin, tenê jin nînin, zilam jî rûbirûyê heman serederiyê dibin.

Welatî Hisên Edemîr jî gotib», “Ez Hisên Edemîr , sala 2010 hatin girtin û heta hezîrana 2011 ez di girtîgehê de mam. Di wê heyamê de hem li girtîgeha Edîrne û hem li girtîgeha Tekîrdag ez tazîkirim û pişkinîm.”

Birîkara serokê Fraksiyona AKPê Ozlem Zengî, red kiribû ku bi rûtî pişkinîn bo girtiyan hatibe kirin. Wê rexneyên tund ji parlementerên HDP girtin û di civîna şeva borî de ew yek careke din bûye rojev. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst