Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Navenda Lêkolîna Rawestê Reha Ruhavioglu ragihand ku hejmareke zêde ya ciwanên Kur naxwazin bi Tirkan re bizewicin.
Rêveberê navenda lêkolîna Rawest Reha Ruhavioglu beşdarî bultena Rûdawê bu û encamên lêkolênên xwe ku li ser ciwanên Kurdên Bakurê Kurdistanê kiribû ji Rûdawê re nirxand.
Reha Ruhavioglu li ser pirsa sebeba ku ciwanên Kurd çima naxwazin zewacê li gel Tirkan bikin diyar kir ku ji ber reftarên ku ligel wan hate kirin li dijî wan wek cuda dîtin, biçûk dîtin, ew rewş wan aciz dikin û dema ku tundiyek li dijî wan tê kirin vedikşin nav koma xwe û got: “Kesên ku xwestine kurdewar bijîn gava muameleyek xerab dibînin naxwazin bi Tirkan re bizewicin.”
Ruhavioglu sedemek din a ku ciwanên kKurd naxwazin bi Tirkan re bizewicin nîşan da û got: “Mesele tenê bi tundiyê ve nayê girêdan. Hinek hene dibêjin ez li Tirkiyê dijîm, zimanê min li Stenbolê, li Îzmîrê xuya neke, bikaranîna min a ziman kêm dibe, ger ez bi yek Kurd re nezewicim, îhtîmale ku ev ziman ji nemîne. Ji ber vê yekê ez naxwazim hezkiriyê/ya min jina min an mêrê min Tirk be, ji ber ku çanda min li rojavayê Tirkiyê jî dewam bike. Ji ber ev herdu sedeman ev encam derketine.”
“Ziman û nasname pêkve girêdaye”
Ruhavioglu di derbarê ciwanên Tirk de jî wiha diyar kir: “Lêkolîn tenê di derbarê ciwanên Kurd de hate kirin. Li li gorî lêkolînên ku bi Tirkan re hatine kirin yên ku naxwazin hezkiriyê wan an jî cîranên wan Kurd bin rêjeya wan ji vê ne kêmtir in, lê zêdetir in. Ya Tirkan ji ber nîjadperestiyê ye, lê ya Kurdan ji ber ku Kurd rastî nîjadperestiyê tên e.”
Di derbarê mijara zimanê Kurdî de jî Ruhavioglu ragihand “Ji xeynî muameleyên xerab û cudatiyên ku li wan tên kirin hem li Bakurê Kurdistanê hem jî li rojavayê Tirkiyê di aliyê ziman de pirsgirêkek wan a mezin heye. Muameleya ku li wan tê kirin tim Kurdbûna wan tine bîra wan û bandorek xerab li jiyana wan dike. Duyem jî eger ziman were wendakirin û jibîrkirin, zanin ku dê nasnama wan asîmîle bibe.”
Di berdewamiya axavtina xwe de Ruhavioglu got encamek din ciwanên Kurd ên li cihên polîtîk wek Bakur, Amed, Mêrdîn jiyan kirine û koçî rojavayê Tirkiyê kirine bêriya zimanê xwe dikin, ji ber vê yekê piştgiriya tîmên Amedsporê digrin, ji bo wan Amedspor ji çar tîmên Tirkiyê yên mezintir yek ji wan e, û ciwanên kurd ji sedî 12 pişgiriya Amedsporê dikin.
“Pirsa Kurd bila were çareserkirin”
Li ser mijara çareseriya pirsgirêka Kurd Ruhavioglu jî wiha axivî: “Meseleya herî giring, ev çar pênc sal in li Bakurê Kurdistanê şerek mezin qewimî, hinek ciwan tewlî bûn, hinek ji wan jiyana xwe ji dest dan, hinek hatin girtin, hinek derketin derveyê Tirkiyê. Ji ber vê meleseyê ciwanên Kurd dixwazin xwe ji mesela çekdarî dûr bixînin. Dixwazin bi awayek siyasi û legal têkoşîn were meşandin. Ji çekdariyê hinek dûrketine nêzikî siyaseta sivîl bûne. Ji ber vê yekê pêşengên wek Selahattîn Demirtaş ji wan re pêştir xuya dike.”
Li ser pirsa “Ciwanin Kurd zêdetir nasnameya netewatî an jî nasnameya olî derdixin pêş?” Ruhavîoglu wiha bersiv da: “Ciwanin Kurd li Tirkiyê ji ciwanin din zêdetir bi çand û kulture re eleqadar dibin. Ciwanin Kurd ên li rojavayê Tirkiyê zêdetir bi muzîkê, şanoyê, sînemayê re eleqadar dibin. Hunera ku pê re eleqadar dibin jî zêdetir Kurdewar e. Muzîk û şanoya ku dikin bi Kurdî dikin. Bi guhdarkirina muzîkê ji ciwanên Tirk cudahiyek heye. Di navbera wan û dê û bavên wan de jî cudahiyek heye.”
Eleqeya ciwanên Kurd a di derbarê meseleya çekdarî de Ruhavioglu rexneyên ciwanên Kurd yên ji bo herdu aliyan bi vî rengî anî ziman: “Kesên ku dixwazin pêvajoyek nû dest pê bike ji 5 kesean 4 kes dixwazin pêvajoyek aşitiyê ya nû dest pê bike û pirsgirêka Kurd bi awayek siyasî û sivîl were çareserkirin. Kesên dibêjin bila çekdarî bi temamî ji hole rabe û bi vî awayî sivîl bimeşe hene. Lê ji ber xerabûna pêvajoya aştiyê rexneyan li PKKê, dewletê, HDP û li AK Partiyê jî dikin. Dixwazin çi xeletî çêbûne bila herkes muhaseba xwe bike û pêvajoyek nû ya berfireh destpê bike û pirsgireka Kurd bi awayekî sîstematîk û sivîl çareser bibe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse